Li Dêrsimê tunelên bêronahî bûne cihên mirinê

12-10-2023
Ali Haydar Gozlu
Li Dêrsimê tûnelên ku ji ber aşûtê çêkirî ne, ji bo xelkê bûne metirsî
Li Dêrsimê tûnelên ku ji ber aşûtê çêkirî ne, ji bo xelkê bûne metirsî
Nîşan Dêrsim Tunel Elektirîk
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê tunelên bêronahî bûne metirsiyeke mezin li ser jiyana xelkê wê derê.

Li ser rêya di navbera Dêrsim û Erzinganê de 21 tunelên ji bo parastinê aşûtê hatine çêkirin hene lê di wan tunelan de ronahî nîne.

Di nav hinekan de jî kort çêbûne û nayên nûjenkirin, ew jî bûye sedema zêdebûna bûyerên trafîkê û mirin û birîndarbûna mirovan.

Şofêr Ali Mazlum Yildiz jî got, “Ez ji Erzinganê têm lê rê pir xerab e. Ji ber ku ev rê û tunel nayên çêkirin mirov dimirin. Kes vê rêyê çênake û di tunelê de ronahî nîne. Em dixwazin ev rê bê çêkirin.”

Metirsiya qezayan zêde ye

Şofêr Huseyin Yamaç got, “Ev tunel bi pirsgirêk in. Carna dema em dikevinê ajalên kovî derdikevin pêşiya me, metirsiya qezayê zêde ye.

Bi carekê otomobîl derdikeve pêşiya te û farên xwe pênaxin, tarî ye û carna jî kort hene û metirsîdar e. Em ji rayedaran dixwazin ku di van tunêlan de sîstema ronahiyê deynin.”

Hinek tunel ji sala 1960an ve hatine çêkirin, lê heta niha sîstema ronahiyê nehatiye danîn, wate xeta elektrîkê ji wan re nehatiye kişandin.

Şofêr pêşiya xwe nabînin

Ji ber nav wan tarî ye şofêr pêşiya xwe nabînin û bûne wek tunelên tirsê û rojane otomobîl di wan tunelên tarî de li hev diqelibin.

Welatî daxwaz dikin ku ew tunel bên nûjenkirin û sîstema ronahiyê bê danîn ku êdî nebin sedema mirinan.

Karker Hulya Sarigul jî got, “Divê ji van tunêlan re çareseriyek bê dîtin. Ez ji vir bang li aliyên pêwendîdar dikim; ev mirov bê guneh in, çima bimrin?

"Xelk guneh e êdî bila bes bimirin”

Em her roj agahiyan werdigrin ku qeza çêbû ye. Êdî li ser hev ambulans tên û diçin. Bila yan van tunêlan fireh bikin, an elektrîkê bo wan bikşînin an jî têk bidin, rêyan fireh bikin. Xelk guneh e êdî bila bes bimirin.”

Tunelekî li ser rêyeke serekî ya di navbera dû parêzgehên Bakurê Kurdistanê gelekî teng hatiye çêkirin û yek xete.

Tevî zêdeyî 50 sal di ser çêkirina wan tunelan re derbas dibin lê heta niha nehatine nûjenkirin û hundirê wan tarî ye.

Li gorî Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK), li Dêrsimê sala 2022an 624 bûyerên trafîkê çêbûne û 359 kes bûne qurbanî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst