Li Semsûrê agir bi kargeheke cilûbergan ket; 3 karker rakirin nexweşxaneyê

12-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, agir bi kargeheke cilûbergan ket.

Li Herêma Pîşesazî ya Organîze ya Semsûrê, ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi kargeheke cilûbergan ket. Li ser agahdarkirinê tîmên agir vemirandinê, polîs û tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Agir ji aliyê tîmên berevaniya şaristaniyê ve di demeke kurt de hat vemirandin.

Di bûyerê de zirara madî çê bû û 3 karker ji ber dûmanê bi jehrî ketin.

Her 3 karker ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyeke taybet a Semsûrê hatin veguhestin.

Hat ragihandin ku rewşa tendirustî ya karkeran baş e.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst