Li bajarekî Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de 16 karker birîndar bûn

12-09-2022
RÛDAW
Nîşan Riha Siwêreg Bûyera Trafîkê Karker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê ve otomobîlekê û mînîbûsa ku karkerên demsalî vediguhestin li hev dan û di encam de 16 karker birîndar bûn.

Li gor agahiyan 12ê Îlona 2022ê li ser rêya Siwêreg û Rihayê mînîbûseke ku karkerên demsalî vediguhestin û otomobîlekê li hev dane û di encam de 16 karker birîndar bûne ku hejmareke zarok jî di nav de ne.

Herwiha 16 karkerên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê hatine veguhestin û dermankirina wan berdewam e.

Li gor zanyariyan karkerên demsalî ji kar vedigeriyan û diçûn malên xwe yên li navçeya Siwêregê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst