Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bismilê ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 2 zarokên Sûriyên birayên hev ku ji ji bo melevanîkirinê ketibûn çemê Dîcleyê xeniqîn.
Îro 12ê Tebaxa 2022ê li navçeya Bismilê ya Amedê 2 zarokên Sûrî yên birayên hev ku temenê yek ji wan 5 û yê din jî 7 salî bû ji bo melevanîkirinê ketin Çemê Dîcleyê.
Li gor zanyariyan piştî demekê herdû zarok jî li ber pêlên çem ketin û winda bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFADê) çûn cihê bûyerê û termê herdû zarokan ji çem derxistin.
Hat ragihandin termê wan zarokan bo beşa miriyan a Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê hatine rakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse