Balyozê Fransayê: Pêwendiyên Fransa û Herêma Kurdistanê dîrokî ne

12-06-2024
RÛDAW
Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durell / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durell / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durrell Danielle Mitterrand Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê Fransa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durell da zanîn ku pêwendiyên Hewlêr û Fransayê gelekî dîrokî û dostane ne.

Patrick Durell li Hewlêrê ye û îro bi Konsulê Giştî yê Fransayê yê Hewlêrê Yann Braem û Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd re çû Dibistana Danielle Mitterrand a ya Fransî ya Hewlêrê.

Patrick Durell ji Rûdawê re eşkere kir ku armanca serdana wî ya Dibistana Danielle Mitterrandê bipêşxistina sektora perwerde û çanda di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de ye.

"Dê xwendineke bikalîte pêşkeşî xwendekarên Herêma Kurdistanê bike"

Patrick Durell behsa xebatên dibistanê jî kir û wiha got:

“Dibistan dê xwendineke bikalîte ji xwendekarên Herêma Kurdistanê re pêşkêş bike.
Dibistan dê derfetê bide xwendekaran ku bi rêya bawernameya pejirandî ya navneteweyî xwendina xwe berdewam bikin.”

Patrick Durell li ser pêwendiyên Fransa û Herêma Kurdistanê jî wiha got:

“Pêwendiya navbera Herêma Kurdistanê û Fransa dîrokî û gelek dostane ye.

Patrick Durell û Alan Heme Seîd ji bo karên perwerdeyê bi girîngî behsa rola Vejin Educationê û Îdrîs Nêçîrvan Barzanî jî kir.

Dibistana Danielle Mitterrandê ya Fransî ya Hewlêrê sala 2009an ji aliyê Konsulê Fransayê Dr. Frederick Tesso ve hatibû avakirin.

Armanca damezirandina dibistanê bipêşxistina xwendina li Herêma Kurdistanê bû.

Li dibistanê beşên wekî dibistana dayikê, krêş û dibistana destpêkê ya navîn a ya heta pola 12an hene.

Danielle Mitterrand kî ye?

Danielle Mitterrand 29ê Çiriya Pêşîn a 1924an li Fransayê ji dayik bûye.

Ji bo rêzgirtina li Danielle Mitterrandê navê wê li dibistanê hatiye kirin.

Danielle Mitterrand jina Serokkomarê berê yê Fransayê François Mitterrand e.

Danielle Mitterrand ji sala 1981 heta 1995an xanima yekem a Fransayê bû.

 Danielle Mitterrand yek ji parêzvanên mafê gelê Kurd bû wê 22yê Çiriya Paşîn a 2011an di 87 saliya xwe de wefat kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst