Dîmenên xistina ANKAyê hatin weşandin

12-06-2024
Nîşan ANKA HPG Xistin Dîmen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw ) - Gerîla TVyê dîmenên xistina balafira bêmirov a bombebarkirî ya bi tîpa ANKAyê weşandin.

HPGyê ragihandibû ku 6ê Hezîranê li Asosê ANKAyek hatiye xistin û av daxuyanî dabû:

“6ê Hezîrana 2024an saet 23:00yan li ezmanê Asosê balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk ji aliyê hêzên me yên gerîla yên li Qendîlê ve hat xistin.

SÎHAya bi tîpa ANKAyê li nêzî bajarê Dûkanê yê li rojavayê Asosê hat xistin."

Gerîla TVyê dîmenên xistina wê balafira bêmirov weşandin.

Di dîmenan de xuya dibe ku balafir li hewayê tê hedefgirtin û dikeve, kamerayên Gerîla TVyê parçeyên ANKAyê yên li erdê jî nîşan didin.

Li hêla din, Tirkiyeyê heta niha li ser bûyerê ti daxuyanî nedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst