Zarokekî 13 salî mehek e li Qamişlo wenda ye

12-04-2023
RÛDAW
Zarok wenda Yûnis Osman
Zarok wenda Yûnis Osman
Nîşan Yûnis Osman Qamişlo Zarok Wendabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê zarokekî 13 salî nêzikî mehekê ye wenda ye û malbata wî dibêje heta niha ti agahî li ser kurê wan nînin ku li ku derê ye.

Zarokê13 salî yê bi navê Yûnis Osman ku ji Şehbayê ye û li Qamişlo wenda bûye, dayika wî Fatime bi riya Rûdawê bang dike û dibêje her kesê tiştekî li ser kurê wê bizanibe, wan agahdar bike.

Yûnis Osman, ji gundê Kefir Sixîr yê Şehba ye, ev çend sal in tevî malbata xwe koçberî Qamişlo bûye, ji roja 12ê Adarê ve wenda bûye.

Dayika Yûnis, Fatîme dibêje, kurê wê di roja salvegera serhildana 12ê adarê de çûye Stadyuma 12ê adarê li Qamişlo û venegeriya ye.

Dayika Yûnis dibêje, ji bo dîtina kurê xwe çûye navendên Asayişê, ofîsa parastina zarokan û gelek saziyên Rêveberiya Xweser heta niha kesî tu agahiyek nedaye wê, tenê jê re gotine kurê te ne li cem me ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst