Li Colemêrgê qeza: 3 mirî û 3 birîndar

12-04-2023
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan roja Çarşemê 12ê Nîsana 2023an li sînorê gundê Berkêlkê yê girêdayî parêzgeha Colemêrgê, li ser rêya serekeya ya Wan-Colemêrgê, barhilgireke bi plakaya Îranê ku ber bi Wanê ve diçû, li minubuseke rêwiyan da û piştre jî dorseya barhilgirê jî li otubuskee rêwiyan da.

Di bûyerê de 3 kesên di minibusê de canê xwe ji dest dan û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî û berevaniya şaristanî çûn cihê bûyerê.

Kesên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê hatin rakirin û şofêrê barhilgirê jî hat destserkirin.

Ev çend roj in û barîna baranê  li Bakurê Kurdistanê bandorek nerênî li ser rêyan û çûn hatina otomobîlan dike. Li gor zanyariyan ew barhilgira ku tevlî bûyera trafîkê bûye jî ji ber rewşa xirab a keşûhewayê li ser rê şemitiye û li wê otubus û minubusa rêwiyan daye.

Ev di demekê de ye,  rêya navbera parêzgeha Wanê û navçeya Miksê ya heman parêzgehê bi armanca tedbîrê  ji ber barana zêde û rewşa xirab a keşûhewayê ji çûnûhatinê re hatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst