Li Silopiyê ji ber barana zêde dibistan hatin girtin

12-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Silopî ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde bo dema rojakê dibistan hatin girtin. Li hemû navçeyên wê parêzgehê ji doh ve baraneke zêde dibare.

Li Silopiyê nav kolan û ser cadeyan tejî av bûne û çûn û hatin zehmet bûye. Ji ber metirsiya lehiyê li navçeyê bo dema rojekê dibistan hatin girtin.

Herwiha li navçeya Cizîrê jî devera dikeve ser rêya Nisêbînê av li ser rêyan kom bûye û av ketiye nav gelek mal û jêrzamînan jî.

Di heman demê de li navçeya Qilabanê jî ji ber bilindbûna çem rêya diçe navçeyê hatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst