Şaredariya Xelfetiyê beriya hilbijartinan 150 parçe erd difiroşe

12-02-2024
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Xelfetiyê Erd Firotin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Navçeya Xelfetiyê ya Rihayê, berî hilbijartinên 31ê Adara 2024an 150 parçe erdên avadankirinê difiroşe.

Di demekê de ku ji hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an re kêmtir ji 2 mehan mane, di nav de yên ji aliyê qeyûman ve tên birêvebirin gelek şaredarî erd û zeviyan difiroşin.

Şaredariya Xelfetiyê li gundê Argilê 139 parçe erdên avadankirinê û li Taxa Qeremezrayê jî 11 parçe erdên avadankirinê difiroşe.

Li ser erdên bêne firotin dê avahî bêne çêkirin.

Îhaleya (kêmgirî) 150 parçe erd dê di navbera 22 û 29ê Sibata 2024an de bê kirin û dê hemû erd herî kêm bi 160 milyon lîreyan bêne firotin.

Pêvajoya kêmgiriyê dê bi şêwazê pêşniyara vekirî bê kirin.

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê roja 30ê Kanûna Paşîna 2024an bi rêya kêmgirî(Îhale) erdekî bazirganî ku 3 hezar û 141 metre çargoşe ye û erdekî avadankirina avahiyan ku 17 hezar û 299 metre çargoşe ye firot.

Qeyûmê Şaredariya Erxeniyê jî li Taxa Komurtaşê 3 parçe erd firot.

Erdek 3 hezar û 146 metre çargoşe, erdek 7 hezar û 210 metre çargoşe û erdek jî 3 hezar û 291 metre çargoşe bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst