Berbijêrên Partiyên Kurdistanê bo Parlamentoya Iraqê kî ne?

12-02-2018
RÛDAW
Nîşan PDK Goran YNK Komel Yekgirtû Parlamenter Hilbijartin Berbijêr
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Tişta li ba hemû partî û aliyan yekalî bûye, giraniya kêbirkêya hilbijartinê ye. Di çar salên borî bi giştî û taybetî piştî 16ê Cotmehê, di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de gelek alozî derketin û guhertinên mezin çêbûn. Hevkêşe bi awayekî guherîne ku ti aliyek nikare pêşbîniya wê yekê bike ka deng dê dilê kê xweş bikin. Her partiyek dewl dide lîsteyeke bihêz bide Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê.

 

Li gor şopandina Rûdawê, heta niha ti partiyeke Başûrê Kurdistanê lîsteya xwe ya berbijêran nedaye komisyonê. Di demekê de ku dema dawî ya pêşkêşkirina nave berpijêran 15ê Sibatê ye.

 

YNK: Me lîsteya xwe qedandiye

 

Amadekariyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo lîsteya berbijêran di qonaxa dawî de ye. Ji malbendên YNK hejmarek nav ji Ofîsa hilbijartinan re hatine şandin. Lijneyeke sê kesî bi serokatiya Berpirsê Ofîsa Hilbijartinan a YNKê Şoreş Îsmaîl, navan cuda dikin û piştre didin serkirdayetiya YNKê, daku pesend bike.

 

Di vê derbarê de Endamê Ofîsa Hilbijartinên YNKê Ehmed Nemelî ji Rûdawê re got: “Berbijêrên me yekalî bûne û tenê ew yek maye serkirdayetiya YNKê biryara dawî bide.”

 

Berî niha Endamê Polîtburaya YNKê Şêx Cafer Mistefa ji Dengê Amerîkayê re ragihandibû ku ji ber saznekirina kongreyê, nakokiyên navxweyî û bûyerên vê dawiyê, ne asan e YNK lîsteya berbijêran amade bike. Lê endamekî serkirdayetiya YNKê dibêje; “Me lîsteyeke gelekî baş amade kiriye.”

 

Sê dewre li pey hev Ala Talabanî li Bexdayê ye ku berî niha ji ber hinek daxwiyaniyên wê ji serokatiya Fraksyona YNKê hat dûrxistin. Çavkaniyekê ji Ofîsa Hilbijartinên YNKê ji Rûdawê re got: “Beşek ji berpirsên YNKê naxwazin careke din Ala Talabanî û çend kesên din ku demeke dirêj e li Bexdayê ne, bên berbijar kirin.” Lê li gor agahiyan Rêzan Şêx Dilêr careke din tê berbijar kirin. Herwiha Endamê Parlamentoya Kurdistanê Izet Sabîr jî tê namzet kirin.



 

PDK, Mele Beşîr dike berbijêr

 

Endamê Encûmena Serkirdayetî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li parêzgeha Silêmaniyê Rizgar Ejî Goran, da zanîn ku ji xeynî parêzgeha Kerkûkê, hindik maye lîsteya berpijêrên bo parêzgehên Herêma Kurdistanê bidawî bibe û wiha axifî: “26 lijneyên parlamento hene û pêdiviya wan lijneyan bi pisporiyê heye, me hewl daye berbijêrên me pispor bin. Herwiha ne merc e berbijêr PDKyî bin.”

 

Li gor agahiyên Rûdawê ku ji çend berpirsên PDKê wergirtine, PDKê biryar daye li her parêzgehekê yek ji berbijêrên dewreya niha ya parlamentoyê bike berbijêr. Li parêzgeha Silêmaniyê Eşwaq Caf, li Hewlêrê Nasir Herkî, Dr. Beşîr Xelîl Hedad û Serokê Niha yê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Hakim Azad Heme Emîn berbijêrên YNKê ne. Li Dihokê jî Aram Baleteyî, Ebdulrehman Spîndarî, Şewket Sindî û Mele Îhsan Rêkanî berbijêrên PDKê ne.



 

Mele Beşîr piştrast kirk u ew hatiye berbijêrkirin û got: “Ji aliyê PDKê ve hatim agahdar kirin ku bo Parlamentoya Iraqê hatime berbijêrkirin.”

 

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: Tenê rêzbendî maye

 

Endamê Encûmena Siyasî ya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mistefa Ebdulla diyar kir ku amadekariyên wan jî ber bi dawîbûnê ve diçin û wiha axifî: “Ferqa me ew e ku berbijêrên me bi hilbijartinê tên diyar kirin. Ew navên ji malbend û liqan hatibûn me xistine nav lîsteyê û tenê rêzbendî maye.”

 

Mistefa Ebdulla wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Mercên me hişyariya siyasî, zanîna ziman û hişyariya neteweyî û niştimanî ye.” Li gor zanyariyên Rûdawê, ji dewreya niha tenê Serokê Fraksyona Yekgirtûya Îslamî li Parlamentoya Iraqê Musenna Emîn hatiye berbijarkirin.

 

Komela Îslamî ya Kurdistanê: Behsa meaşê wan jî hatiye kirin

 

Berpirsê Ofîsa Hilbijartinên Komela Îslamî ya Kurdistanê Hawjîn Umer da zanîn ku beşeke zêde ya berbijêrên wan yekalî bûye û mercên Komela Îslamî jî bo kesên xwestine bibin berbijêr hatine diyarkirin. Hawjîn Umer got: “Ji wan re hatiye gotin ku divê beşek ji meaşê xwe bidin Komela Îslamî. Asta hişyarî û pisporiyê wek tê xwestin be, baweriya wî/ê bi bername û karên Komela Îslamî hebe û xwedî ezmûneke baş be.”

 

Li gor agahiyan, yek ji wan kesên Komela Îslamî ku dixwaze careke din bibe berbijêr Serokê Fraksyona Komela Îslamî li Parlamentoya Iraqê Ehmed Hacî Reşîd e. Herwiha bo berbijêriyê behsa endamê Parlamentoya Kurdistanê Soran Umer jî tê kirin.

 

Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê: Lîsteya me ne amade ye

 

Berdevkê Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê Rêbwar Kerîm jî diyar kir ku heta niha lîsteya wan neqediya ye û wiha axifî: “Hefteya dahatû em amade dikin. Em du pirsan ji wan kesên dixwazin bibin berbijêr dikin. Mercên komisyonê û yasaya hilbijartinê ligel ka gelo dikare li Parlamentoya Iraqê ji xelkê re çi bike?.”

Rêbwar Kerîm wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Wek tê zanîn li Kerkûkê ligel Komela Îslamî û Tevgera Goran lîsteya me ya hevbeş heye û 12 kursiyên wê parêzgehê hen. Ji van hersê aliyan jî her yek û 8 navîn wan hene, lê heta niha nav yekalî nebûne.”

 

80 Cv ji Tevgera Goran re hatine şandin



 

Endamê Odeya Hilbijartinên Tevgera Goran Belên Îsmaîl jî derbarê lîsteya berbijêran de got: “Nav bi cv hatine wergirtin û nêzîka 80 kesan cv şandine. Lê belê heta niha biryara dawî li ser navan nehatiye dayîn.”

 

Çavê mamosteyên zanîngehê jî li parlamenteriyê ye

 

Mercê komisyonê ew e ku divê bawernameya kesê/a berbijêr ne kêmî zanîngehê be. Lê Mamosteyê Zanistên Siyasî li Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Serdar Qadir, da zanî ku partiyên siyasî wek pêwist girîngiyê bi mamosteyên zanîngehê nadin û got: “Eger berê xwe bidî lîsteyên wan kêmî ji sedî 10 mamosteyên zanîngehê ne, lê dîsan jî ne şert e mamosteyên zanîngehê serkeftî bin.”

 

Dr. Serdar Qadir ew yek jî veneşart ku ji ber meaşê zêde yê parlamenteriyê, beşek ji mamosteyên zanîngehê dixwazin partiyên siyasî wan bikin berbijêr. 



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst