Çekdarên ser bi Tirkiyê darzeytûn Efrînê dibirin

11-12-2021
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Birîna Darzeytûnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê bi dehan darzeytûn li herêma Efrînê li Rojavayê Kurdistanê dibirrin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand ku çekdarên ser bi Tirkiyê, li gundewarê Efrînê, darên zeytûnan dibirrin û wan weke êzing difiroşin.

Zanyariyên heman rêxistinê diyar dikin ku çekdarên grûpa bi navê “Ehrar Elşerqiye” li gundê Qere Tepe yê ser bi nahiyeya Şeran, 40 darên zeytûnan birrîn, ji bo ku wan daran weke êzing bifiroşin.

Her li gorî zanyariyan, ew dar yên du welatiyên Kurd in ku hatine koçberkirin, ew jî “Şêx Ehmed Îbo Heyder” e, ku 20 darên wî hatine birrîn û “Şêxo Ehmed Îbo” ye, ku 20 darên wî jî hatine birrîn.

Hevdem, çekdarên grûpa bi navê “Elnuxbe” nêzîkî 50 darên zeytûnan ên welatiyê Kurd Elî Osman li bajarokê Meydankê yê ser bi nahiyeya Şeran, birrîne.

Li gorî çavkaniyên ku ji herêma Efrînê ji Rûdawê re axivîne, beşeke mezin ji darên ku tên birîn, fermandarên grûpên çekdar li nav herêmê wekî êzing bazirganiyê pê dikin. Beşeke din jî ji bo navçeyên bakurê rojavayê Sûriyê ji bo firotinê tên şandin.

Ji dema ku herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê ve hatiye dagîrkirin, bi sedan hektar daristan hatine birîn û şewitandin. Herwiha nêzîkî 700 hezar darzeytûn û darên fêkî li herêmê hatine birîn.

Endezyarê çandiniyê û lêkoler Henîf Reşîd pêştir, derbarê çandinî û aboriya darzeytûnên herêma Efrînê ji Rûdawê re got, birîna daran ziyaneke mezin li herêmê kiriye.

Endezyarê çandiniyê Henîf Reşîd gotibû “berî ku ev grûpên çekdar werin Efrînê di dora 18 milyon darên Zeytûnan hebûn, aniha pîştî sala sisêyan li ber çavên leşkerên Tirkan dora 700 hezar darên daristanê hatine qutkirin û 650 hezar darên zeytûnan hatine birîn. Bi rastî van grûpn ziyaneke pir mezin dan heremê.”

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji sala 2018an ve ji aliyê Tirkiyê û çekdarên Sûrî yên ser bi wî welatî ve hatiye dagîrkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst