Sir û seqemê bakurê welêt daye ber xwe

11-11-2024
Nîşan Bakurê Kurdistanê Qers Erdexan Sir û Serma û Seqem
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li beşeke Bakurê Kurdistanê sir û seqemê dest pê kiriye û sermaya dijwar bandoreke neyînî li jiyanê dike.

Navçeya Qamûşanê ya parêzgeha Qersê jî yek ji wan cihan e ku sermayeke zêde lê heye.

Li Qamûşanê serma dijwar e û ava çeman qeşa girtiye.

Xwêsî ketiye erdê û pez li ser xwêsiyê diçêre.

Şêniyê bi navê Suleyman Koç da zanîn ku bi şevê dinya gelekî sar e lê bi rojê piçekî paktir e.

Ne tenê Qers, Erdexan jî yek ji wan deran e ku sermayê kirasê xwe lê pêçaye.

Çemê Kurayê yê li parêzeha Erdexanê jî qeşa girtiye.

Sir û serma û seqem dijwar in lê xweza bi rengekî nû xemiliye û gelek kes diçin li wan deran wêneyan digirin.

Kadîr Ozer jî yek ji wan kesan e ku ji bo dîtina vê xwezaya bedew çûye wê derê.

Wî diyar kir ku Çemê Kurayê cemed girtiye û li pey çû:

“Em jî hatine vê derê da ku van dîmenên xweşik bibînin. Bi rojê tav heye lê êdî rojên dawî ne ji ber ku dê berf bibare.”

Tê texmînkirin ku îro li Erzirom û Qersê berf û li Wan, Sêrt, Sêwaz, Mereş, Êlih û Meletiyê jî baran bibare û îhtimala rabûna lehiyê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst