Îranê cezayê girtîgehê da werzişvaneke Kurd

11-08-2023
RÛDAW
Nîşan Mesûme Silêmanî Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Xuremawaya Rojhilatê Kurdistanê werzişvaneke Kurd bi tohmeta teşwîqkirina xelkê ya tundûtûjiyê bi cezayê "salek girtîgeh"ê hate cezakirin.

Dadgeha Xuremawayê ya Loristanê bi tohmeta ku li ser tora civakî xelk teşwîqî xwepêşandanan kiriye, salek cezayê girtîgehê li werzişvan Mesûme Silêmaniyê birî.

Mesûme Silêmanî 10ê Gulanê li bajarê Xuremawayê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû desteserkirin.

Ew berê jî di xwepêşandanên 2019an ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de hatibû desteserkirin û piştî demekê hatibû berdan.

Mesûme Silêmanî herwiha sala 2016an salekê ji karên werzişî hatibû dûrxistin.

Mesûme Silêmaniyê sala 2010an di Şampiyoniya Guleşa Jinan a Cîhanî ya Qazaxistanê de madalyaya bronz bi dest xistibû.

Di salên dawî de ew wekî rahêner û hakem di guleş û cûdoya jinan de çalak bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst