Asayîşa Hewlêrê: 150 tometbar hatine girtin

11-08-2018
RÛDAW
Nîşan Asayiş Hewlêr Tariq Nûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Asayişa Hewlêrê ragihand, ku 150 tometbar giritine û dest danîne ser 200 otombîlên bêtablo û hejmareke çekên bêmolet.

 

Rêveberê Asayişa Hewlêrê Tariq Nûrî ji Rudawê re ragihand piştî ku buyerên kuştin û hilgirtina çekên bêmohlet zêde bûn, li ser fermana Şêwermendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, odeya operasiyonan hatiye ava kirin.

 

Nûrî da zanîn, ku hêzên asayişê di vê operasyonê de hevkariya hêzên navxwe dikin, bi armanca rûbirûbûna karên neyasayî û binpêkaran bigrin.

 

Tariq Nûrî got, ku di vê çarçovê de li sînorê Hewlêrê 150 tometbar hatine girtin û dest danîne ser 200 otombîlên bêtablo û perçe çekên neyasayî û bêmolet.

 

 

Rêveberê Asayîşa Hewlêrê herwiha daxuyakirin, ew kesên ku bi tometa  hilgirtina çekên bêmolet û tometên din hatine girtin, radestî dadgehê hatine kirin.

 

 

Nûrî balkişande ser wê yekê ku berê hinek kes hebûne weke mafya bac ji xelkê standine û daxwaza pere ji wan kirine, ew jî çend grup bûne û tev de hatine girtin û niha di zîndanê dene.

 

Bi gotina Nûrî çend bikuj jî hatine girtin û radestî dadgehê hatine kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst