Li Sêrtê zarokê ku ket hewza avdaniyê xeniqî

11-07-2024
RÛDAW
Nîşan Sêrt Berwarî Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Berwariyê  ya Sêrtê zarokê 11 salî yê ku ket hewza avdaniyê xeniqî. 

Muhemmed Byê 11 salî yê li gundê Hosiyanê dijî, dema ku nêzî mala xwe dileyîst ket hewza avdaniyê. 

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Muhammed bir Nexweşxaneya Dewletê ya Berwariyê.

Muhammed  li gel midaxeleyê bi ser xwe ve nehat û mir.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê wî ji bo otopsiyê veguhast Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sêrtê.

Van demên dawî li Bakurê Kurdistanê bûyerên xeniqînê zêde bûne.

Li navçeya Şehît Kamîlê ya Dîlokê jî 3 kes di goleke ku ji bo avdana ajelan hatibû çêkirin de xeniqibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst