Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Sîstema Îdareya Nifûsa Navendî (MERNIS) li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji sala 1923an û heta niha 542 hezar 696 zarokên cêwik û 20 hezar û 121 zarokên sêwîk ji dayik bûne.
Li gor amarên MERNISê, parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê di rêza parêzgehên ku herî zêde lê zarokên cêwîk û sêwîk çêbûne de yekemîne. Li Rihayê di nav sed salan de 33 hezar û 602 zarokên cêwîk û hezar û 411 jî zarokên sêwîk jidayikbûne.
Di rêza parêzgehên ku herî zêde zarokên cêwîk lê çêbûne de Amed bi hejmara 18 hezar û 426 cêwîkan duyemîne û parêzgeha Konya jî bi hejmara 18 hezar û 198an sêyemîne.
Di rêza parêzgehên ku herî zêde zarokên sêwîk lê çêbûne de jî Konya bi hejmara 905ê duyemîn, Hatay bi 756 sêyemîn û Dîlok jî bi hejmara 752an çaremîne.
Li gor amaran di sed salan de herî kêm cêwîk bi hejmara 749an li Yalovayê ye û herî kêm sêwîk jî bi hejmaa 34an li Dêrsimê ye.
Parêzgehên herî kêm cêwîk lê çêbûne bi hejmara hezar û 293an Bilecik duyemîne, bi hejmara hezar û 344an Dêrsim, bi hejmara hezar û 670 Bayburt û bi hejmara hezar û 819an Bartine.
Parêzgehên herî kêm sêwîk lê çêbûne piştî Dêrsîmê bi hejmara 37an Yalova, bi hejmara 49an Bilecik, bi hejmara 56an Colemêrgê û bi hejmara 59an Kirklareli ye.
Sîstema Îdareya Nifûsa Navendî (MERNIS)
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê amarên zarokên cêwîk û sêwîk
1923-2022
Zarokên cêwik
542 hezar 696
Zarokên sêwîk
20 hezar û 121
Herî zêde cêwîk
Riha
33 hezar û 602
Amed
18 hezar û 426
Konya
18 hezar û 198
Herî zêde sêwîk
Riha
hezar û 411
Konya
905
Hatay
756
Dîlok
752
Herî kêm cêwîk
Yalova
749
Bilecik
1293
Dêrsim
1344
Bayburt
1670
Bartin
1819
Herî kêm sêwîk
Dêrsim
34
Yalova
37
Bilecik
49
Colemêrg
56
Kirklareli
59
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse