Çekdaran li Efrînê mala nivîskarekî Kurd talan kirin û rûxandin

11-07-2020
RÛDAW
Nîşan Grûpên Çekdar Efrîn Merwan Berekat
A+ A-

Hewlêr (Radaw) - Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand ku mala nivîskarê Kurd Merwan Berekat li Efrînê hatiye talankitin û paşê jî mala wî teqandine.

Li gor Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê, nivîskarê ji Efrînê Merwan Berekat ragihandiye, çekdarên girêdayî Tirkiyê mala wî ya li gundê Soxanekê ser bi navçeya Şêrawa ve li Efrînê talan kirine.

Her li gor zanyariyên wê navendê çekdaran hemû tiştên nav malê dizîne û pişt re mala Merwan Berekat bi madeyên teqemeniyê rûxandine.

Herwiha Nivîskar Merwan Berekat daye zanîn, nêzîkî 4000 hezar pirtûkên di mala wî de û bi dehan pirtûkên ku wî bi xwe nivîsîne, ji aliyê çekdaran ve tev hatine şewitandin.

Merwan Berakat li gundê Soxanekê yê ser bi navçeya Şêrawa ya Efrînê ve di 1964an ji dayîk bûye û nivîskar û lêkolerê beşê dîrok, ziman û wêjeyê ye û bi zimanên Kurdî û Erebî dinivisîne.

Heta niha bi dehan wî belav bûne ku ji wan ev in;  Çiyayê Lêlûn di Eynika Dîrokê de (2006),  Efrîn di Heyama Çaxan de (2008), Ji Bîrweriya Dil (2007).

Li aliyê din dîsa li Efrînê, herdu grûpên çekdar Feyleq el-Mecid û Mihemed al-Fatih mewsîma simaqê ya 5 gundan talan kirin.

Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, çekdarên grûpa el-Mecid, ji roja 8ê tîrmehê ve, dest bi çinîn û talankirina mewsîma simaqê ya cotyarên her çar gundên Zerka, Qêsim, Çopana û Kûra, ser bi nahiyeya Raco kirine.

Li gundê Kurkê Jorîn jî ku ser bi nahiyeya Mabata, çekdarên grûpa Siltan Mihemed el-Fatih, ji roja 9ê tîrmehê ve, dest bi çinîn û talankirina mewsîma simaqê ya cotyarên gund kirine.

Li gor heman Rêxistinê, çekdarên grûpên girêdayî Tirkiyê behîv û gwûzan jî, berî ku bigihin, didizin û ji bo bazarê Efrînê veduguhezin û difiroşin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst