Li Rojavayê Kurdistanê kampînek bo parastina şûnwaran

11-07-2018
Samiya Silêman
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Şûnwar Qamişlo Kampîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo parastina şûnwarên Rojavayê Kurdistanê, Desteya Tûrîzm û Parastina Şûnwaran ya ser bi Rêveberiya Xweser ve, dest bi kampîneke hişyarkirinê kiriye.

 

Di çarçoveya wê kampîna Desteya Tûrîzm û Parastina Şûnwaran de, li ser dîwarên 8 bajarên Rojavayê Kurdistanê wêne û siloganên jibo parastina şûnwaran têne neqişandin.

 

Herweha dê li zanîngeh û peymangehan jî, semînar di derbarê dîroka şûnwaran de li Rojavayê Kurdistanê bêne pêşkêşkirin.

 

Çavdêrê kampaniya hişyarkirinê, Ednan Berî dibêje: Li 8 bajaran em dê wan nivîs û siloganan li ser dîwaran binivîsin. Em wêneyên han, nivîsên wan derbarê parastina şênwaran de ne. Jibo hişyarkirina civakê ye, jibo parastina nasnameya şunwaran de ye, ji ber ku şûnwar ne mulkên milletekî lê belê yên hemû wan milletan e, ku li vir dijîn.

 

Ji ber ku şûnwarên deverê bi sedema pişguhkirinê rastî ziyaneke mezin tên ev proje li 8 Bajarên Herêma Cizîrê birêve diçe, li her bajarekî 10 wêne li ser dîwaran têne dirustkirin, ev wêne û nîvîsandin bi nîvîsandin bi reng û û wateyên xwe bala xelkên deverê dikşîne ser giringiya şûnwaran û şaristaniya deverê.

 

Welatî Dilo Şêxmûs, pêşwazî li wê hewla nivîsandina ser dîwaran dike û dibêje, li ser dîwaran nivîs û hevokên nexweş hebûn, ku ne şaristanî bûn, lê niha Desteya Tûrîzm û Parastina Şûnwaran bi vê hewla xwe rûyeke şaristanî dide bajarên Rojavayê Kurdistanê.

 

Pirojeya hişyarkiriê dê bi dirêjiya 20 rojan berdewam be û di heman rojan de dê belgefîlm û semîner derbarê dîroka Rojavayê Kurdistanê li zanîngeh û komînên deverê bêne pêşkêşkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst