Efrîn: Çekdarekî grûpên çekdar destdirêjî li keçeke 13 salî kir

11-05-2023
RÛDAW
Efrîn: Çekdarekî grûpên çekdar destdirêjî li keçeke 13 salî kir
Efrîn: Çekdarekî grûpên çekdar destdirêjî li keçeke 13 salî kir
Nîşan Efrîn Destdirêjî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrînê çekdarekî Ceyş El-Islam destdirêjî li keçeke 13 salî ya ji Helebê kir, malbata wê daxwaza cezakirina wî çekdarî dike.

Li gorî medyaya nêzîkî opozisyona Sûriyê navê wî çekdarî Salih Qasim e, çekdarê Ceyiş El-Islam e, bi xwe ji taxa Berzê ya Şamê ye. Zaroka ku destdirêjî lê hatiye kirin 13 salî ye û ji bajarê Helebê ye.

Hejmareke Erebên hawirde yên Helebê û kesûkarên wê li pêşiya avahiya Polîsên Serbazî li Efrînê banga cezakirina wî çekdarî kirin.

Erebên hawirde û kesûkarên wê gotin, “Em şoreşgêrên bajarê Helebê ne, me di tariya şevê de bihîst ku zarokeke keç hîn negihîştiye 13 salan destdirêjiya seksî li Efrînê lê hatiye kirin, ku jin û keç dayik û xwîşkên me ne. Di tariya şevê de demjimêr 00:00an de em hatin ba polîsên serbazî û me ji serokê şaxê re got, keçek destdirêjiya sêksî lê bûye, rabû ev pirs şopand. Kesê destdirêjî kiriye navê wî Felah Qasim e ji Şamê ye, piştî destdirêjî kirye ji Efrînê reviya ye Azazê.”

Her wiha anîn ziman, “Li wir Feyleqa Sêyem ew girtin û piştre radestî polîsên serbazî li Efrînê kirin. Em daxwaza cezakirina vî tawanbarî dikin ku destdirêjî li zarokekê kiriye, divê ev tawanbarê 53 salî cezayeke mezin bibîne. Em hêvî dikin aramî û ewelhî li navçeya rizgarkirî belav bibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst