Abdulletîf Reşîd: Iraq û Herêma Kurdistanê bêyî hev nikarin aramiyê bibînin

11-05-2023
RÛDAW
Abdulletîf Reşîd: Iraq û Herêma Kurdistanê bêyî hev nikarin aramiyê bibînin
Abdulletîf Reşîd: Iraq û Herêma Kurdistanê bêyî hev nikarin aramiyê bibînin
Nîşan Abdulletîf Reşîd Yadgeha Niştimanî ya Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di merasima vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de, Serokomarê Iraqê got êdî dem hatiye ku hemû pêkhateyên Iraqê nakokiyên xwe yên siyasî bidin aliyekî û diyar kir, ne Iraq bêyî hevkarî û hevahengîya Herêma Kurdistanê aramiyê dibîne û ne jî Herêma Kurdistanê bêyî Iraqê.

Serokomarê Iraqê Abdulletîf Reşîd îro Pêncşemê 11ê Gulana 2023an di merasima vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de gotarek pêşkêş kir û got, “Çarenivîsa Iraqê û Herêma Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye û ji hev nayên cudakirin, ne Iraq bêyî hevkarî û hevahengîya Herêma Kurdistanê aramiyê dibîne û ne jî Herêma Kurdistanê bêyî hikûmeta federal dikare aramiya aborî hebe.”

Îro bi amadebûna Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û çend mêvanên navxweyî û biyanî, Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de hate vekirin.

Di merasîmê de Serok Barzanî, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Serokomarê Iraqê Abdulletîf Reşîd û Serokê Tevgera Hîkme Emmar Hekîm gotar pêşkêş kirin.

Abdulletîf Reşîd di gotara xwe de anî ziman, “Dîroka miletê me dîroka serwerî û rûmetê ye. Di dirêjahiya bi dehan salên têkoşîna me ya neteweyî de, gelek kesên mezin û karîzmatîk derketine qada têkoşîn û Kurdayetiyê, bi saya wan rêya têkoşîna me ya neteweyî berdewam bûye.”

Serokomarê Iraqê tekezî li ser wê yekê kir ku rewşa navçe, Iraqê û Herêma Kurdistanê ber bi pirsgirêkên mezin ve diçe û qonaxeke nû derketiye pêşiya Iraqê û Herêma Kurdistanê.

Serokomarê Iraqê di wê baweriyê de ye ku bi salan e ji ber bandora şer, nearamiya siyasî û têkçûna peywendiyan li Iraqê hebûye, “Lê niha atmosfereke aram heye û divê hemû alî hewl bidin ji vê qonaxê sûdê werbigirin ji bo zêdetir nêzîkî hev bibin, diyaloga aştiyane û avadeniyê bimeşînin.”

Serokomarê Iraqê bal kişand ser wê yekê êdî dem hatiye ku hemû pêkhateyên Iraqê nakokiyên xwe yên siyasî bidin aliyekî û jîngeheke siyasî ya tendurist biafirînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst