Li Efrînê çekdar Kurdan neçarî firotina baxçeyên xwe dikin

11-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê çekdarên ser bi Tirkiyê ve welatiyekê Kurd di bin gefa kuştinê de neçarî firotina baxçeyên xwe yên zeytûnan kirin.

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê binpêkirin û zordariya li ser welatiyên Kurd ji aliyê grûpên çekdar ve tê kirin, berdewam e.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, li navçeya Cindirêsê ya serbi Efrînê, çekdarên ser bi Tirkiyê ve, welatiyê Kurd ê xelkê gundê Kefer Sefrê bi zorê neçar kirin ku baxçeyê xwe bifroşe. Baxçeyê wî 325 darên zeytûnan têde ne. Li gor zanyariyên Rûdawê, ew dar hatine birîn û li şûna van komelgeheke niştecîbûnê tê avakirin.

Welatiyê bi navê Reşîd Mehmûd neçar bûye baxçeyê xwe bifroşe. Baxçeyê wî ji aliyê 2 bazirganên Ereb ve hatine kirîn. Ew bazirgan yek xelkê gundê Qubtan Cebel yê naçeya Daraza ser bi Helebê ye û yê din xelkê gundê Eyncara yê ser bi Helebê ye

Piştî firotinê, yek ser hemû darên zeytûnan hatine hilkirin, bi armanca avakirina yekeyên niştecîbûnê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst