Li Dêrsimê Desteya Bilind a Hilbijartinan 6 belgename betal kirin

11-05-2019
Ali Haydar Gözlü
Nîşan Dêrsim Belgename Mixtar Encûmena Şaredariyê Partiya Komunîst a Tirkiyê TKP HDP
A+ A-

Dersîm (Rûdaw) - Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê, Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê bi hinceta ku bi Biryara Di Hikmê Qanûnan de ji kar hatine dûrxistin belgenameyên 4 endamên encûmenê û 2 muxtaran betal kirin.

 

Walîtiya Dêrsimê, bi nivîsekê ku ji Desteya Bilind a Hilbijartinan re şandibû, pirsyar kiribû ka gelo belgenameyên 6 kesên ku bi Biryara Di Hikmê Qanûnan de ji kar hatine dûrxistin û di hilbijartina 31ê Adarê de wek muxtar û endamên encûmenê hatine hilbijartin derbas dibin yan na.

 

Li ser vê yekê Desteya Bilind a Hilbijartinan bi hinceta ku bi Biryara Di Hikmê Qanûnan de ji kar hatine dûrxistin û ji wan hatiye xwestin ku parastina xwe bikin, belgenameyên 4 endamên encûmenê û 2 muxtaran ji wan standin.

 

Bi vêna jî belgenameyên endamên encûmenê ser bi lîsteya HDPê Hidir Demir, Ozcan Ateş, Metin Kiliç û Candan Bedam a ser bi Partiya Komunîst a Tirkiyê hatin betalkirin. Herwiha belgenameyên herdu muxtarên bi navên Turgay Bilge û hakki Suvan jî hatin betalkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst