Fîlma Kevok; Trajediya Diyarê Kurd tîne ber çavan

12-05-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Dîlma Kevok Zarokê Kurd Diyar Heleb Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fîlma Kevok, çîroka zarokekî Kurd ê ji bajarê Helebê yê Sûriyê ye, ku di şerê li wî welatî de hemû malbata wî jiyana xwe ji dest dane û li gel dapîra xwe li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê dijî.

 

Pêwîstiya diyar bi hestên dayik û bavê xwe heye, lê dapîra wî nikare wê yekê ji wî re qerebû dike, ji ber wê yekê hez ji kevokan dike, û kevokekê ji xwe re dikire.

 

Çîrokên zarokên Rojavayê Kurdistanê êdî dibin film, çîrokên ku trajîdayên rasteqîn didin nîşandan.

 

Li Rihayê û di şikevtekê de, zarokekî Kurd ê ji bajarê Helebê li gel dapîra xwe dijî. Zarokê bi navê Diyar, sala 2014ê hemû endamên malbata xwe di encama şer de ji dest dide. Dayik û bav, xweşik û birayên wî di bombebarana Helebê de jiyana xwe ji dest dane.

 

Diyar bi tenê ma, lewma xwe digihîne Rihayê û li cem dapîra xwe dijî, lê dapîra wî, yanî dayika dayika wî, ew bi xwe jî di sala 1960î de bi berdîlê li Rihayê zewiciye û nikare ji aliyê hest ve bigihîje rewşa Diyar.

 

Diyar çawa jiyana bê dayik û bav li Rihayê derbas dike?

 

Di fîlma Kevok de ku çîroka Diyar vedibêje, xuya dibe, ku ev zarok ji hezkirin û hestên dayik û bavê xwe bêpar maye, Diyar bi riya hezkirina wî ji kevokan re, hestên wendayî tije dike.

 

Ji bo ku Kevokê ji xwe re bikire, saeta bavê xwe yê kuştî di şerê Helebê de ji pîrka xwe didize, tevî ku ev saet li cem Diyar gelek delalî bû, lê pêwîstiya wî bi kevokekê heye û wê bixe himbêza xwe, dayika xwe bîne bîra xwe, hinekî enerjiya hezkirinê ji kevoka boz bistîne. Lê dapîra wî aciz dibe û jê dixwaze dev ji kevokan berde, ji kerba, diyar serê kevoka xwe jê dike û car din bi tenê dimîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst