Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çêrmûgê ya Amedê di pevçûna du malbatan de 1 jê giran 5 kes birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan, li gundê Adalarê yê navçeya Çêrmûgê ya Amedê di navbera du malbatan de li ser erd nîqaş derket.
Piştî demekê ji nîqaşê endamên her du malbatan bi çek, dar û keviran bi hev kirin.
Di pevçûnê de 5 kes birîndar bûn ku birînên yek ji wan giran in.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Hat ragihandin ku ji birîndaran rewşa Şaban G. xerab e û metirsî li ser jiyana wî heye.
Hêzên ewlehiyê der barê bûyerê lêkolîn da destpêkirin û li navçeyê tedbîrên ewlehiyê wergirtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse