Wezîrê Navxwe yê Tirkiye: Fermandareke PKKê ya di lîsteya sor de canê xwe ji dest daye

11-03-2023
RÛDAW
Nîşan Leyla Amed Hamiyet Yalçinkaya PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihand ku di operasyoneke li herêma Bestayê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê de berbirseka pilebilind a PKKê Hamiyet Yalçinkaya bi nasnav “Leyla Amed” canê xwe ji dest daye.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu roja Şemiyê 11ê Adara 2023an li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û ragihand ku di encama operasyona li herêma Bestayê berpirsa Qada Botanê ya baskê leşkerî yê PKKê Hamiyet Yalçinkaya bi nasnav Leyla Amed hatiye kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê 7ê Adara 2023an ragihandibû ku li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê bi beşdariya 540 serbazan dest bi oparasyoneke nû ya bi navê Eren Abluka Payîz-Zivistan-26 kirine û ew operasyon heta niha jî berdewam e.

Hêzên Parastina Gel (HPG) baskê leşkerî yê PKKê derbarê bûyerê de heta niha ti daxuyanî nedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst