Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan debarê cezayê lê hatiye birîn got ku biryara dadgehê bi fermana desthilata AK Partî û MHPyê hatiye dayîn û ew dixwazin careke din îradeya gelê Wanê desteser bikin.
Îro li Dadgeha 5emîn a Cezayê Giran a Amedê, rûniştina doza Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hat lidarxistin.
Abdullah Zeydan beşdarî dozê nebû û bi îdiaya "alîkarîya rêxistinê" hat darizandin.
Dadgehê, bi îdiaya “Bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Zeydan birî.
Zeydan têkildarî vê biryarê ji Rûdawê re axivî û got ku li Tirkiyeyê dadgeh û edalet nemaye.
“Gelê me şaredariyên xwe 31ê Adarê ji qeyûm rizgar kirin”
Zeydan û got, “10 meh in em li vê derê ne û gelê me şaredariyên xwe 31ê Adarê ji qeyûm rizgar kirin û bi dengên xwe li hemberî zilma AKPyê bersiveke dîrokî da."
Hevserokê Şaredariya Wanê destnîşan kir ku armanca desthilatê ew e ku bi "lîstokên hiqûqî" careke din îradeya xelkê desteser bike û got:
"Ewên ku bi sindoq û bi rêya demokrasiyê neşiya gelê Wanê bişikînin, niha dixwazin bi lîstokên hiqûqê careke din îradeya xelkê Wanê xesb bikin û dizî û talanên xwe berdewam bikin."
"Me soz daye gelê xwe”
Zeydan amaje pê kir ku ew dê heta dawiyê îradeya xelkê xwe biparêzin û wiha domand:
"Me soz daye gelê xwe û em dê heta dawiyê îradeya wan biparêzin. Gelê me jî di wê hişmendiyê de ku dê heta dawiyê îradeya xwe biparêze.
Ew diz û talankar bila vî hesaban ji xwe re nekin ku ew dê karibin îradeya gelê Wanê xesb bikin û kes dê dengê xwe dernexe.
Dinyayek û hişmendiyeke wiha nîne û em dê heta dawiyê bi xelkê xwe re li îradeya xwe xwedî derkevin û li hemberî vê zilmê li ber xwe bidin."
#VÎDEO - Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan ji Rûdawê re got:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 11, 2025
🎙️ Dadgeh, hiqûq û edalet nînin
🎙️ Ev biryar bi emrê AKP û MHPyê hat dayîn
🎙️ Gelê me bersiveke dîrokî da zilma AKPyê
🎙️ Dixwazin îradeya Wanê xesp bikin û dizî û talana xwe bidomînin
🎙️ Ew… pic.twitter.com/bIOT50d4sr
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse