Abdurrahman Kurt banga hilbijartina dersên Kurdî li malbatên Kurd kir

11-01-2023
RÛDAW
Nîşan Dersa Kurdî Dersa Bijarte Dersa Kurdî Hilbijêre Abdurrahman Kurt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Encûmena Rêveberiya Biryarder a Navendî ya AK Partiyê Abdurahhman Kurt li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bang li malbatên Kurd kir ku dersên bijarte yên Kurdî bo zarokên xwe yên li dibistanan hilbijêrin.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê proseya hilbijartina dersên bijarte yên Kurdî yên bi zaravayên Kurmancî û Zazakî li dibistanên seretayî û navendî destpêkirine. Ji bo balkişandina li ser hilbijartina dersên Kurdî di nav zarokên Kurd û malbatên wan de ev demeke kampanya hatine destpêkirin û beşek ji rêxistinên civaka sivîl, sazî, kesayet û siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê peyaman belav dikin.

Endamê Encûmena Rêveberiya Biryarder a Navendî ya AK Partiyê Abdurahhman Kurt îro roja Çarşemê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û daxwaz ji malbatên zarokên Kurd ên li dibistanan kir ku bo zarokên xwe dersên Kurdî yên bi zaravayên Zazakî û Kurmancî hilbijêrin.

Abdurahman Kurt peyama xwe zaravayê Zazakî û zimanê Tirkî belavkiriye û dibêje “Hetanî 20ê aşme mekteban de seba domananê (tutanê) xo dersanê zazakî yan zî kurmancî weçînê. Wayîrê ziwanê xo vejîn.”

Dersên bijarte di pola 4emîn a dibistanên seretayî û polên 5, 6 û 7emîn ên dibistanên navîn ên girêdayî Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê da tên hilbijartin.

Di çarçoveya Ziman û Zaravayên Zindî (polên 5, 6, 7 û 8) de zaravayên Kurmancî û Zazakî yên Kurdî di nav dersên hilbijartî de ne.

Li dibistanan xebatên hilbijartinê yên dersên bijarte yên sala perwerdeyê ya 2023-2024an dê heta 20ê Çileyê dewam bike. Divê herî kêm 10 xwendekar serlêdan bikin da ku polek ji bo dersên bijartî vekin. Niha li seranserê Tirkiyê tenê 79 mamosteyên kurdî dersên Kurdî  didin.

Par roja serlêdana dersên bijarte yên zimanê Kurdî, di navbera 3-20 Çileyê de dest pê kiribûn, lê îsal hêj dema serlêdanê nehatiye eşkerekirin. Hat zanîn ku Wezareta Perwerdehiya Tirkiyê di derbarê roja ku xwendekar dê serlêdana dersên bijarte bikin de ti agahiyek nedaye dibistanan.

HEZKURDê wekî par îsal jî, ji bo ku xwendekar di dibistanên amadeyî de zimanê Kurdî hilbijêrin, kampanyayek da destpêkirin. Kampanyaya dersa bijarte ya Kurdî ya îsal di 30ê Kanûna 2022an de li navçeya Qosera Mêrdînê dest pê kir.

Ligel ku her sal di navbera 3 û 20ê Çileyê de serlêdana dersa hilbijartî dest pê dikin, hat zanîn ku Wezareta Perwerdehiya Tirkiyê ji bo ku xwendekar dersên xwe hilbejêrin ti agahiyek fermî nedaye dibistanan.

Ji sendîkayên perwerdeyê ku Rûdawê xwe gihandinê wan; Rêveberên Egitm-Senê diyar kirin ku derbarê mijarê de ti agahiyek fermî wernegirtine û Egîtîm-Bîrsenê jî da zanîn ku heyama serlêdanên dersa bijartê dê di 20ê Çileya 2023yan de biqede. Li aliyê din rêvebirên dibistanan jî diyar dikin ku der barê roja serlêdana dersên bijarte de hêj ji wezaretê beyanameyeke fermî wernegirtine.

Ji ber ku roja serlêdanê ya fermî nehatiye diyarkirin, xwendekaran hêj nekariye dersên bijarte hilbijêrin.

Li gor baweriya HEZKURDê ku weke par îsal jî kampanya ji bo dersên bijarte yên Kurdî daye destpêkirin, Wezareta Perwerdehiya Tirkiyê ji ber zêdebûna xwestaka xwendekar a bo zimanê Kurdî roja serlêdana dersên bijarte diyar nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst