ENKS: Amerîka dê ji bo vekirina deriyê Sêmalka kar bike

11-01-2022
RÛDAW
Nîşan Deriyê Sêmalka Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Serokatiya ENKS ragihand ku, balyozê Amerîkî li bakurê rojhilatê Sûrityê ji wan re gotiye ku ew dê hewl bidin deriyê Sêmalka were vekirin.

Desteya Serokatiya Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê ragihand ku Balyozê Amerîkî li bakurê rojhilatê Sûrityê Mat Perl dê ji bo vekirina deriyê sînorî Pêşabûr-Sêmalka yê di navbera Rojavayê Kurdistan û Herêma Kurdistanê de kar bike.

Balyozê Amerîkî li bakurê rojhilatê Sûrityê Mat Perl duh ligel şandeke bilind ya ENKS civiya bû û têde behsa pirsên girêdayî Rojavayê Kurdistanê kiribûn.

ENKS daxwaz kiribû ku hewl were dayîn deriyê Pêşabûr-Sêmalka were vekriin, gotibû kiryarên PYD bibû sedema girtina wî derî û di encamê de ziyaneke mezin gihande xelkê rojavayê Kurdistanê.

Balyoz Amerîkî gotibû, nabe derî tevlî nava mijarên siyasî bibe û tenê di warê aborî û mirovî de were bikar anîn.

Deriyê Sêmalka-Pêşabûrê ji sala 2013an ve rêyeke sereke û girîng e di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, lê ji 15ê Çileya 2021an ve, ew derî hatiye girtin. Sedema girtina derî jî, êrîşa grûpa bi navê Ciwanên Şoreşger û hejmareke kesên din li aliyê Rojavayê Kurdistanê bo ser wî derî bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst