2 hevalên 72 salî, 62 sal in bi hev re xwarineke navdar amade dikin

10-12-2023
RÛDAW
Nîşan Dîlok Xwarina Beyranê Hevaltî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Du hevalên 72 salî ji 10 saliyên xwe ve bi hev re ne û karê xwe jî bi hev re dikin.

Mustafa Dertlî û Îbrahîm Barik ên 72 salî, ji 10 saliyên xwe ve heta niha bi hev re kar dikin.

Bê pirsgirêk û bêyî ku ji hev qut bibin zêdetirî nîv sed salekê ye li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê xwarina Beyranê çêdikin û 20 sal in jî xwaringeheke wan a taybet a wê xwarinê heye.

Ew ne tenê aşpêj in bi sedan şagirtên ku wan fêr kirine jî hene.

Aşpêj Mistefa Dertli got:

“Em 72 salî ne. Sala 1960ê me dest bi vî karî kir û me gihand van rojan. Bi sedan şagirtên me hene.

Li hemû cîhanê belav bûne. Li navxwe û derveyî welat elemanên me hene.”

Xwarina Beyranê xwarineke taybet a Dîlokê ye, li wî bajarî jî ya ku her du aşpêj û hostayên salên dirêj çêdikin bi nav û deng e.

Mişterî jî fêrî tama xwarina destê van du pisporan tê çêkirin bûne. Mistefa û Îbrahîm hîn jî wek du ciwanan bi kelecan û bê westan dixebitin.

Ti carî navbera me xirab nebû”

Aşpêj Îbrahîm Barik jî anî ziman:

“Sala 1960ê me bi hev re dest pê kir. Di zarokatiyê de em diçûn dibistanê û di vegera dibistanê de me bi hev re dest bi kar dikir.

Şikir ji Xwedê re em baş in. Em hev temam dikin. Ti carî navbera me xirab nebû. Bi saya Xwedê em gihiştin van rojan.”

Ew dibêjin, tama xwarina ku ew çêdikin dema bi hev re bin xweş dibe, ji ber ku ew hev temam dikin.

Di van salên dûrûdirêj de qet dilê wan ji hev nemaye û wan ew hevaltiya zarokatiyê heta 72 saliyê parastiye û gihandiye van rojan. Ew dibêjin heta mirinê ew dê bi hev re bixebitin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst