Nakokiyên di navbera PDK û YNK de kûr dibin

10-11-2022
RÛDAW
Nakokiyên di navbera PDK û YNK de kûr dibin
Nakokiyên di navbera PDK û YNK de kûr dibin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nakokiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)  û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li navxwe ya Herêma Kurdistanê hinekî kûr bûne, lê li Bexdayê hîna her tişt cudaye.

Ew nankokî gihîştine nav Encûmena Wezîran de. Her duh civîna Encûmena Wezîran hebû, Cîgirê Serokwezîr, Qubad talebanî ku ji YNKê ye beşdar nebû.

Medyaya fermî ya Yekîtî sedema beşdarnebûna wan wek "Nîgeranên YNKê li Serokatiya Encûmena Wezîran" ragihandiye û dibêje wan fikarên xwe ji wan re gotine.

YNK dilgiraniyên wê ji PDKê hene. Endamekî Komîteya Navendî ya PDKê di wê derbarê de dibêje: Nakokiyên endamên Partî û Yekîtî li ser çend pirsgirêkan e, ew jî pirsa dahata silêmanî û pirsa ewlehiyê ye.

Herî dawî kuştina efserê dij-terorê, Hawkar Caf ew nakokî kûrtir kiriye. Encûmena Asayîşê ya Herêma Kurdistanê çend berpirsên dij-terorê li Silêmaniyê pê tohmetbar kirine.

Nakokiyên endamên PDKê û YNKê li ser çend pirsgirêka ne, ew jî pirsa dahata Silêmanî û pirsa ewlehiyê ye ku herî dawî kuştina efserê dij-terorê Egid Hawkar Caf e Encûmena Asayîşê çend berpirsên dij-terorê yê Silêmanî pê tohmetbar kiriye.

Li gor karsaz û kesibkaran ku Rûdawê ligel wan axivî ye, nakokiyên navbera van her du partiyan bandor li ser bazar û xelkê jî kiriye.

Her çiqasî YNK û PDK bi taybetî jî hindek rayedarên Yekîtî di dema zêdebûna nakokiyan de behsa du îdareyî û herêman dikin lê Serokê Herêma Kurdistanê di dîdara mîrî de got: “Devera kesk û zer bi nêrîna wî bê wate ye tenê Kurdistan heye.”

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdulah dibêje ku hêvî dikin pirsgirêkên hene nemînin, ji ber ku dê bandora xirab  li ser tevahiy proseyê li Bexdayê jî bike.

 Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdulah got: “Em hêvîdar in ku ev pirsgirêkêm hene, bi taybetî jî yên di navbera PDK û YNK de. Eger pirsgirêk di navbera wan de berdewam bibin dê bandorek xirab li ser hemû prosesa Herêma kurdistanê û Baxdadê jî hebe. Ez pêşbînî dikim ku ev pirsgirêkên niha dê di demeke nêzîk de çareser bibin.”

Berdevka Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Sozan Mensur jî dibêje,  nakokî wesa jî nînin ku behsa wan dikin, çê dibe bîr û nerîn ji hev cuda bin, lê nayê wê wateyê ku nakokiyan wan kûr in, di rojên pêş me da  dê bêne çareserkirin.

Li gel ku PDK û YNK li Bexdayê ji bo dev ji mafên Kurdistanê berdin bi hevre mijûlin lêbelê ne dûrin ji kêşeyan û bi awayekî ku gelek caran bandor li ser yekrêziya Kurdan li Bexdayê kiriye û kêşeya wan ya dawî jî nebûna rêkeftina li ser postê wezareta jîngehê ye ku her du alî tekezî li ser wergirinê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst