Li Hesekê partiyeke Erebî ofîs vekir

10-11-2017
RÛDAW
Partiya Muhafizekar a Demokrat li taxa Xuwêran a Hesekê ofîs vekir
Partiya Muhafizekar a Demokrat li taxa Xuwêran a Hesekê ofîs vekir
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Heseke Partiya Muhafizekarên Demorkat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Muhafizekar a Demokrat ofîsa nûneratiya xwe li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê vekir.

 

Li gorî agahiyan, Partiya Muhafizekar a Demokrat duh Pênşemî 9ê Mijdara 2017ê bi beşdariya nûnerên Rȇvberiya Xweser û TEV-DEMê, hejmarek ji dezgehên sivîl û nûnerên pêkhateyên bajêr Ofȋsa xwe li taxa Xuwêran a Hesekê vekir.

 

Ekrem Mehşûş Cîgerȇê Sekreterê Giştî yê Partiya Muhafizekar a Demorkat ragihand, ku dê partiya wan bi hemû alî û hêzên heyî re alîkar be, ew yek jî bi armanca dabînkirina aramiyê ji bo welatiyên Sûriyê.

 

Partiya Muhafizekar a Demokrat roja 28 Tebax a îsal li bajarȇ Qamişlo damezrandina xwe ragihandibû.

 

Sekreterê Giştî yê wê partiyê jȋ Manih Himêdî Deham kurê Hevserokê Kantona Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê ye.

 

Himêdî Deham herwiha mezinê eşîreta Şemer a erebî ye ku li parêzeha Hesekê û herêma Cizîrê nîştecih in.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst