Mele Bextiyar: Heta kurdek mabe Kerkûk nabe herêmek serbixwe!

10-11-2017
RÛDAW
Silêmanî
Silêmanî
Nîşan Mele Bextiyar Silêmanî YNK Celal Talebanî
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Berpirsê Polîtbûroya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar got: “Heta kurdekî bi şeref mabe nabe qebûl bike Kerkûk bikin herêmekî serbixwe.”

 

Mele Bextiyar di merasîma çileya Celal Talebanî de li Debaşana Silêmaniyê ragihand: “Di nav hemû awayên serkeftinên leşkerî de plangeriya xirûrî heye. Ew xirûr jî nabe rastiya siyasî û îdarî. Ya herî baş ew e, ku em vegerin ser maseya danûstandina û destûr bibe dadwerê hemû aliyan.”

 

Derbarê pêşniyarên li ser Kekrûkê û herêma serbixwe jî Mele bextiyar got: “Heta kurdekî bi şeref mabe nabe qebûl bike Kerkûk bikin herêmekî serbixwe.”

 

Mûftî: Pêwîste kêşe bi danûstandinê çareser bibin

 

Endamê Polîtbûroya YNKê Ednan Mûftî jî li ser aramgeha Celal Talebanî ji Rûdawê re got: “Herdem Mam Celal hewla çareserkirina pirsgirêkan dida. Divê niha jî li ser heman rêbaza Mam Celal pirsgirêk li ser maseya danûstandinê werin çareserkirin.”

 

Ji aliyê din ve, siyasetmedar û endamê berê yê polîtbûroya YNKê Ferîdûn Ebdulqadir jî hişyarî da û diyar kir, eger aliyên kurdî navmala xwe birê nexin dê Kurdistan rêbirûyê karesatekî mezintir bibe.

 

Fereydûn Ebdulqadir got: “Metrisiyeke mezin li ser Kerkûk û navçeyênd in jî heye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst