Komîsyon lêkolînê li ser giliyan dike

10-10-2018
RÛDAW
Lêkolîn li ser hezar û 45 giliyên derbarê hilbijartinan de dest pê kiriye
Lêkolîn li ser hezar û 45 giliyên derbarê hilbijartinan de dest pê kiriye
Nîşan Hilbijartinên Kurdistanê Komîsyon Lêkolîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) ­– Piştî cudakirina cureyên giliyan, lijneyeke bilind a Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê dest bi lêkolîna li ser giliyan kir û piştre jî ji bo biryara dawî dê were ber endamên komîsyonê.

 

Endamê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil ji Rûdawê re ragihand, ku dest bi lêkolîna li ser giliyan dikin û got: “Di cudakirina giliyan de derket holê ku 779 gilî di roja hilbijartinan de bûn, 189 gilî di dema helmeta hilbijartinan de û 77 gilî jî dubare bûne.”

 

Dr. Cotyar Adil herwiha eşkere kir, ku piştî temambûna lêkolînên li ser giliyan, encam dê werin ber Encûmena Komîsyaran, ew jî dê biryara dawî bidin.

 

Heta niha encamên dawî yên hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê yên 30ê Îlonê nehatine ragihandin, ev jî ji ber wê yekê ye ku hezar û 45 gilî hene ku di encama hilbijartinan de hatine tomarkirin û ji bilî wê jî 200 sindoq hene ku li ser wan qurdeleya sor hatine xistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst