Li Qersê birûskê li 2 şivanan xist

10-09-2024
Nîşan Qers Şivan Birûsk Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Sarîqamîşê ya parêzgeha Qersê ya Bakûrê Kurdistanê birûskê li du şivanan xist û her du birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, dema Cabbar Gul û Mecit Bedel li zozanê gund li ber pez bûn birûskê li wan daye.

Tîmên tenduristiyê her du şivan birine Nexweşxaneya Dewletê ya Şarîqamîşê.

Hat zanîn ku birînên wan sivik in û metirsî li ser jiyana wan nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst