Mesrûr Barzanî bo Kazimî: Divê mûçeyê fermanberan têkilî pirsgirêkên siyasî neyê kirin

10-09-2020
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Mistefa Kazimî Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û şanda li gel kir. Mesrûr Barzanî di civînê de amaje bi wê kir, “Mûçeya fermanberan li Herêma Kurdistanê be yan li navçeyeke din a Iraqê be, mafê rewa yê xelkê ye û pêwîst e têkilî pirsgirêkên siyasî neyê kirin.”

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derbarê civînê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê kir, pirsgirêkên Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federalî tenê mûçe û budce nîne û “hemû ew kêşeyên ketine ser hev di pêşerojeke nêzîk de bi şêweyekî bingehîn li ser binemaya destûrê bên çareser kirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê jî kir, Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî rûbirûyê çendçn asteng, krîza darayî û rewşa nebaş a tendirustî bûne û ji ber hindê amadehiya xwe ya ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan derbirî bi şêweyek ku di berjewendiya hemû hemwelatiyên Iraqê de be.

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên budce, petrol, navçeyên Kurdistanî yên li derveyî herêmê û maf û şayisteyên destûrî yên Pêşmerge kir û “bi taybetî aktîvkirina mekanîzma hemhengiya emnî ye hevbeş di navbera Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdara Herêmê ji bo rûbirûbûna metirsiya terorîstên DAIŞê.”

Her li gor wê daxuyaniyê Serokwezîrê Iraqê amaje bi wê kir, hatina wê şanda mezin û girîngiya hikûmeta federalî ji bo Herêma Kurdistanê, “amajeyek bi hêz e bo amadebûna me ji bo çareserkirina pirsgirêkan û danîna bingeheke nû û qayîm bo peywendiya di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst