Li Çewligê marekî bi zaroka 2 salî veda û wê jî mar gez kir

10-08-2022
RÛDAW
Nîşan Çewlig Mar Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Çewlig a Bakurê Kurdistanê marekî bi zaroka 2 salî ya li hewşa mala xwe dilîst, veda lê zaroka 2 salî xwe negirt û mar gez kir û paşê malbata wê ew birin nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku tenduristiya zarok baş e.

Li gor nûçeya ÎLKHAyê, duh Sêşemê li gundê Kantar a ser bi Çewligê marekî bi S.E ya 2 salî ya ku li hewşa mala xwe dilîst veda.

Zaroka ku bi vedana mar xwe negirt, mar gez kir. Cîranê ku piştî qêrîna zarok gihîşte cem, di devê zaroka 2 salî de marekî 50 cm dît. Cîran dît ku zarok mar gez dike, mar ji destê zarok girt û kuşt.

Tîmên tenduristiyê li ser agahdarkirinê hatin cihê bûyerê û zarok birin nexweşxaneyê.

Hat diyarkirin ku metirsî li ser jiyana zaroka 2 salî nîne û rewşa wê ya tenduristiyê baş e.

Bavê keçika 2 salî Mehmet Ercan li ser bûyerê got, “Duh ez çûm ser kar, telefon hat û gotin marekî bi zaroka te vedaye. Heta ez hatim, tîmên tenduristiyê zarok biribûne nexweşxaneyê. Bi alîkariya cîranên me Xwedê ji me re hîşt. Li gorî gotinên cîranan mar di destê zarok de bûye û bi mar dilîstiye û got wê mar gez kiriye. Spas ji bo cîranab. Xwedê ji wan razî be.”

Pizîşkan diyar kirin ku testên wê paqij in û gotin divê 24 saetan di bin çavdêriyê de bimîne. Ez jî bang li dê û bavan dikim, bila xwedî li zarokên xwe derkevin. Bila çavên wan li ser zarokan be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst