Li Agiriyê 227 koçberên ji Efxanistanê bo welatê wan hatin vegerandin

10-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê 227 koçberên neyasayî yên ji Efxanistanê ku bi awayekî der qanûnî sînor derbas kirine, bi balafirê şandin welatê wan.

Hêzên Ewlekariya Tirkiye li ser guvaşa opozîsyon û xelkê wî di van demên dawî dest bi hewlên vegerandina koçberan bo welatên wan kirine. Di vê çarçoveyê de rojane bi dehan koçberên li navendên koç û koçberan ku piraniya Efxan in bi geştên asmanî vedigerîne welatê wan.

Serokatiya Îdareya Koçê ya Wezareta Navxweyî di 2023yan operasyonên dersînorkirinê didomîne.

Bi qasî 227 koçberên bêdestûr yên ji Efxanistanê yên seryasayî derbasî Bakurê Kurdistanê bûne û li Navenda Paşveşandinê dimînin bi balafirê ji Balafirxaneya Ehmedê Xanî şandin welatê wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst