HSDê girtina du çekdarên DAIŞê li Dêrezorê ragihand

10-05-2023
RÛDAW
Nîşan Rojava HSD Operasyon Dêrezor DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – HSDê ragihand, di operasyonekê de bi alîkariya Dije Terora Herêma Kurdistanê CTG û Hevpeymaniya Navdewletî, 2 çekdarên DAIŞê li Dêrezorê hatine girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), di daxuyaniyekê de eşkere kir ku yekîneyên wan ên Antî Terorê bi alîkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên Dije Terorê yên Herêma Kurdistanê CTG operasyoneke hevbeş li dijî DAIŞê  pêk anîne.

Li gor daxuyaniyê, operasyon li dijî şaneyeke DAIŞê û li bajarokê Siwer ê Dêrazorê hatiye kirin.

HSD dibêje, hêzên wan di operasyonê de 2 çekdarên DAIŞê girtine ku çendîn çalakiyên kuştin, terorkirina şervanan û rûspiyên navçeyê pêk anîne, herwiha karê qaçaxçîtiyê bi endamên DAIŞê dikirin.

HSDê herwiha dîmenên wê operasyonê belav kirine û diyar kiriye, hejmareke çek û teqemenî jî bi wan çekdaran re hatiye girtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst