Berbijêrê CHPê yê Colemêrgê: Dengê xwe bidin me, em xizmeta 40 sal in nehatiye kirin bikin

10-05-2023
Nwêner Fatih
Berbijêrê CHPê yê Colemêrgê: Dengê xwe bidin me, em xizmeta ku ev 40 sal in nehatiye kirin bikin
Berbijêrê CHPê yê Colemêrgê: Dengê xwe bidin me, em xizmeta ku ev 40 sal in nehatiye kirin bikin
Nîşan Hilbijartin
A+ A-

Colemêrg (Rûdaw) – Berbijêrê parlamenteriyê yê CHPê yê Colemêrgê Sabir Dirî diyar kir ku CHP ne CHP ya berê ye û got, “Bila gelê Colemêrgê dengê xwe bide me, em xizmeta ku ev 40 sal in nehatiye kirin bikin.”

Berbijêrê parlamenteriyê yê CHPê yê Colemêrgê Sabir Dirî yê ku li navçeya Geverê xebatên hilbijartinê dimeşîne bersiva pirsên Nwêner Fatîh da.

Sabir Dirî li ser çima divê gelê Colemêrgê dengê xwe bide wan behsa pirsgirêk û sozên xwe kir, “Em ji gelê Colemêrgê re dibêjin 'Em li ser esasê polîtîkaya xizmetê ne'. Gelek pirsgirêkên me hene. Niha li Geverê 6 hezar ciwanên ku xwedan bawernameyên lîse û zaningehê hene lê bêkar in. Sînorên me pirsgirêk in. Pirsgirêka gumrikê. Heger em werin ser desthilatdariyê em ê li Geverê herêma bazirganiya azad ava bikin. Em ê li Rûbarokê û li Çelê jî deriyê sînorî vekin. Em ê li herêmê bazirganiyê vejînin da ku bêkarî bi dawî bibe. Bila xelk bazirganiyê bike, aborî û çûnûhatin hêsantir bibe. Yanî şert û mercên bazirganiya azad hebin.”

Dirî li ser polîtîkayên berê yên CHPê yên li hemberî Kurdan jî got, “Siyaset her tim xwe nû dike. CHPya kevn a nema. CHP partiyeke sosyal demokrat e. Siyaseta niha ya CHPê pir nerm û demokratîk e. Pêdiviya Tirkiyeyê bi siyaseteke demokratîk heye. Helbet wek her kesî CHPê jî xeletî kirine. Serokê me Kemal Kiliçdaroglu dibêje “Divê em helaliyê werbigirin”. Ev gotin tê wê wateyê; me xeletî kir, em em helaliyê bikin, destê xwe yê biratiyê dirêjî hev bikin, biratiyê xurt bikin. Dibêje dema em werin ser desthilatdariyê em ê ji ber xeletiyên xwe lêborînê bixwazin. Piştî soza helaliyê perspektîfa gel a li hemberî CHPê jî guherî. Ev 70 sal in CHP li vî welatî desthilatdar nîne. Niha CHP diguhere, rabirdûya xwe paqij kiriye.”

Sabir Dirî diyar kir ku bi taybetî navçeyên Colemêrgê ji berê ve dengên xwe didin HDPê û got, “Hem Maseya Şeş Partiyan û hem jî HDP-Partiya Çepên Kesk ji bo serokkomariyê Kiliçdaroglu wek berbijêr nîşan dan. CHP soza paşerojê dide, ev partî dixwazin Kiliçdaroglu bibe 13emîn serokkomarê Tirkiyê.”

Dirî li ser sozên CHPê yên ji bo Kurdan jî anî ziman, “Eger partiya me were ser desthilatê û ez ji bo parlementoyê bêm hilbijartin, helbet em ê hin mijaran bînin ziman. Ev 40 sal in li herêmên Kurdan kaosek heye. Şer heye lê em ji bîr nekin ku aştî jî heye. Ev hemû wek pirsgirêk li benda çareseriyê ne. Heger çareser bibe dê mirov vegerin jiyana asayî û li bazirganiya xwe binêrin. Em daxwaz dikin ku dewlet dev ji polîtîkayên hikûmetê berde, zilmê ji holê rabike û ji bo ku gel bi azadî bijîn tişta pêwîst peyda bike.”

Berbijêrê parlamenteriyê yê CHPê yê Colemêrgê Sabir Dirî bang li gelê Colemêrgê kir ku dengê xwe bidin wî û got, “Em soz didin gelê Colemêrgê; deng bidin me, me hilbijêrin, em ê xizmetê ji we re bînin. Bila ji 3 parlamenteran 2 ji we re bin, yekî bidin me, em ê xizmeta ku 40 sal in nehatiye kirin bikin. Li maleke ku 10 deng hebin 6 deng ji bo we û 4 dengan jî ji bo me be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst