Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê AK Partiyê yê Colemêrgê Abdulmuttalîp Ozbek di merasîma vekirina Deriyê Sînorî yê Navneteweyî yê Zêt-Rûbarokê de got, “Îro cejna Kurdistanê ye, cejna Tirkan e.”
Deriyê Sînorî yê Navneteweyî yê Zêt-Rûbarokê ku duyemîn deriyê sînorî yê fermî yê di navbera Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de ye îro Çarşemê 10ê Gulana 2023an bi merasîmekê bi fermî hat vekirin.
Berbijêrê AK Partiyê yê Colemêrgê yê rêza yekem Abdulmuttalîp Ozbek ê ku beşdarî merasîma vekirinê bû di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got, “Demeke dirêj e daxwaza me hemûyan ev bû. Bawer bike îro cejna Kurdistanê ye, cejna Tirkan e, cejna miletê Colemêrgê ye ya me hemûyan e. Ev deriyê Rûbarokê îro vebû.”
Li aliyê din Parêzgarê Colemêrgê Îdrîs Akbiyik jî ji Rûdawê re got, “Pîroz be ji Tirkiyê re. Hem ji bo welatê me, hem jî ji bo Bakurê Iraqê û hem jî ji bo welatê Iraqê dê alîkariyeke mezin bide. Bazirganî, çandî di her warî de. Ji xwe mirovên li vir xizm û dost in. Pîroz be ji bo welatê me.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse