Li Mûşê dayikek li 3 zarokên xwe yên astengdar dinêre

10-05-2021
RÛDAW
Li Mûşê dayikek li 3 zarokên xwe yên astengdar dinêre
Li Mûşê dayikek li 3 zarokên xwe yên astengdar dinêre
Nîşan Mûş Dayîk Astengdar Fatma Polat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Mûşa Bakurê Kurdistanê Fatma Polata 42 salî  dayika sê zarokên astengdar e, di ser barê giran yê jiyanê jî bi dilovanî li her sê zarokên xwe yên xwedî pêwîstiyên taybet dinêre. 

Ew ji aliyê Rêveberiya Malbat û Xizmetguzariyên Civakî ve weke dayika salê hatiye hilbijartin. Di 9ê Gulanê Roja Dayikan de xabatkarên  rêveberiyê seredanê Yildizê kirin û weke spasî gul û diyarî aresteyî vê dayikê kirin.

Cîgira Rêveberiya  Malbat Xebat û Xizmetên Civakî Ayşe Kardaş got "Bi helkefta roja dayikan me seredana dayika xwe ya  wek  dayika salê hatiye hilbijartin, kir. me gul û diyarî araste kirin. 4 zarokên dayika me hene. Sê jê astengdar in. bi xwe debara xwe dikin. em jî weke sazî alîkariya wan dikin"

Fatma polat tena serê xwe li zarokên xwe dinêre û tu tişt nikare ji hezkirina wê ya li hember zarokên wê re bibe asteng. 

Dayik astengdaran Fatma Polat dibêje "Ev 17 sal in ez li zarokên xwe dinerim. Bi perwerdehiya wan re ez eleqedar dibim. Ez hem bavê wa me, hem jî diya wa me. Ez gelek şanaz im ku weke dayika salê hatime hilbijartin. Ez gelek keyfxweş im."

Li gor amaran li seranserî cîhanê nêzîkî 1 milyar kes astengdar in. Herwiha li gor amarên dawî yên malbat û xizmetguzariyên civakî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî 4 milyon û 876 hezar astengdar hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst