Li Rojavayê Kurdistanê gilî û gazin ji kêmbûna xizmetguzariyê tê kirin

10-04-2019
Rengîn Şero
Rengîn Şero
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Xizmetguzarî Zibilxane
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê xelk gazinan ji gemara li ser cadeyan dike, dibêjin ew gemar dibe sedema nexweşiyan, pîsiya li ser cadeyan êdî nayê tehemulkirin.

 

Êdî li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê, gelek cade bûne zibilxane, bûye weke diyardeyekê, hin kes dibêjin ji ber nebûna cihên taybet ew neçar dibin gemara xwe bavêjin kolanan.

 

Berpirsên Rêveberiya Xweser jî dibêjin, xelk girîngiyê nadin paqijiyê û di dema xwe de gemara xwe navêjin.

 

Xelkê Rojavayê Kurdistanê ji kêmxizmetguzarî û rewşa heyî gazinan dikin, ew daxwaz dikin ku giringiyeke zêde bi pirojeyê xizmetguzarî, di nav de jî parastina jîngehê were dan.

 

Di nav wan pirsgirêkan jî mijara gilêj û paşmayên li cadeyan hene. Welatiyên Rojavayê Kurdistanê gazinan dikin û dibêjin, ji ber paşmayên ku li cadeyan hene, nexweşî pir bûne û rojane serdana nexweşxaneyan dikin.

 

Li Rojavayê Kurdistanê avêtina paşmayan li ser rê û li meydanên giştî bûye diyarde, ev yek jî ji ber nebûna cihên taybet, yan jî pirojeyên pêwîst ji bo ji navbirina wan paşmayan.

 

Di heman demê de jî hin kes di wê baweriyê de ne ku sedema sereke ew e ku xelk ne alîkar in di parastina jîngehê de, bi gotina welatiyekî, tîmên şarederiyan rojane karên xwe dikin lê xelk di vê mijarê de ne alîkarin.

 

Berpirsên şarederiya Qamişlo û herwiha yên parastina jingehê yên Rêveberiya Xweser dibêjin, wan demên taybet ji bo rakirina paşmayan destnîşan kirine, lê xelk pabendiyê bi vê yekê nakin.

 

Piştî ragihandina bidawîbûna DAIŞê, xelkê Rojavayê Kurdistanê daxwaz dikin ku êdî giringiyeke zêdetir bi pirojeyên xizmetguzariyê were dan, Rêveberiya Xweser jî dibêje wan dest bi cîbecîkirina çend pirojeyan kirine, û di demên bê de jî wê temam bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst