Bi dronekê êrişî Balafirgeha Hewlêrê hat kirin

10-01-2024
RÛDAW
Nîşan Berxwedana Îslamî ya Îraqê Balafirgeha Hewlêrê Dije Terora Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Dije Terora Kurdistanê ragihand ku droneke ku dixwest êrişî Balafirgeha Hewlêrê bike hat xistin.

Rêxistina bi navê Berxwedana Îslamî ya Îraqê li ser êrişa dronî ya li Balafirgeha Hewlêrê daxuyaniyek da.

Berxwedana Îslamî ya Îraqê di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Berxwedana Îslamî ya Îraqê li hemberî êrişên rejîma Siyonîst li dijî xizmên me yên li Xezeyê, bi dronekê baregeheke hêzên dagirker a li nêzîkî Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê kir armanc.”

Dije Terora Kurdistanê jî di daxuyaniyeke xwe de ragihand:

“Demjimêr 20:58an, droneke milîsên neyasayî ku baregeha Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê kiribû armanc, hat xistin.”

Êrişên grûpa çekdar a Şîe ku xwe wekî “Berxwedana Îslamî ya Îraqî” bi nav dike, piştî êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê, li ser baregehên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li Îraq, Sûriye, Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst