Jina Dêrsimî ya 100 salî bangî Cevdet Yilmaz kir: Min li gund veşêrin

09-12-2023
Ali Haydar Gozlu
Elîf Bulut/Wêne: Rûdaw
Elîf Bulut/Wêne: Rûdaw
Nîşan Cevdet Yilmaz Jina Sedsalî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Jineke 100 salî ya ji parêzgeha Dêrsimê Elîf Bulut li ser doşeka mirinê bangî Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz kir ku wê li gundê wê veşêre.

Gundê Elîf Bulutê piştî ku di salên 90î de hat şewitandin derdora 30 sal in çûnûhatina wir qedexe ye.

Gundê Markasorê yê navçeya Qisleyê ya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê sala 1994an hat şewitandin û piştre jî hat valakirin.

Xelkê gund piştî vê yekê neçar ma ku koçî metropolên Tirkiyeyê û welatên Ewropayê bike.

Gundiyên Markasorê ku çûnûhatina wî gundî ji sala 1994an ve qedexe ye, ji ber qedexeyê nikarin wesiyetên miriyên xwe bicih bînin ku piraniya wan dixwazin li gundê xwe werin veşartin.

Elîf Buluta 100 salî yek ji wan kesan e ku daxwaza wê ya dawî ew e ku li gundê xwe were veşartin ku 30 sal in nedîtiye.

Elîf Bulut niha nexweş e û li ser doşeka mirinê bangî Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz dike ku daxwaza wê bicih bîne.

“Pira gundê min çêbike û min bibe gund”

Jina pîr amaje bi wê yekê dike ku Cevdet Yilmaz jî weke wê Kurdekî Kirmanc e û bi wî zaravayê Kurdî daxwaza alîkariyê jê dike.

Elîf Bulut destnîşan kir ku ew li ber mirinê ye û daxwaza wê ya dawî ew e ku pira gundê wê were çêkirin û ew li gundê wê bi axê bê spartin.

Elîf Buluta 100 salî ji Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz re got:

“Kirmanc e. Ez jê re dibêjim ku tu ji Xwedê hez dikî Cevdet, rêya gundê me çêbike. Cevdet, heger tu Xwedê nas dikî, rêyekê bîne gundê me. Min jiyana xwe temam kir, min wesiyeta xwe kir, ji kerema xwe min bibin wir û li wir veşêrin. Li vir goristan nînin, min bibin wir û li wir veşêrin. Tu jî yê me yî, tu însanê me yî. Pira gundê min çêbike û min bibe gund.”

Deverên ku li Dêrsimê salên dûrûdirêj qedexe bûn bi biryarekê sala 2022yan ji statûya “Navçeya Ewlehiya Taybet a Demkî” hatin derxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst