Hestiyên 41 qurbaniyên Kurdên Êzdî li gundê Koço hatin veşartin

09-12-2021
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Qurbaniyên Kurdên Êzdî li gundê Koço hatin veşartin
Qurbaniyên Kurdên Êzdî li gundê Koço hatin veşartin
Nîşan Kurdên Êzidî Şingal Gorên Bikomî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûfatên 41 kurdên Êzdî yên ji gundê Koço, bi merasîmeke olî ya Kurdên Êzidî li Şingalê hatin biaxkirin.

Piştî bidawîbûna testa DNA û eşkerekirina nasnameyên wan, îro 41 rûfatên din ên Kurdên Êzidî ji Bexdayê gihiûtin Şingalê û bi rêûresmekê pêşwazî li wan hat kirin û piştre li gundê Koço yê Şingalê bi axê hatin sipartin.

Kiçe Emo yek ji wan kesan bû yên  hatine gulebarankirin û paşî bi birîndarî rizgar bûye.

Rizgarbûya ji gorên bi komî Kiîe Emo dibêje: “Ez yek ji wan bûm yên ku hatibû gullebarankirin. Gelek zehmet e, rast e Xwedê em xilaskirin, lê niha jî em xwe wisa hesan dikin ku em mirine.  Wan carekê mirin dît, lê heroj birîna me dikele û heroj em dimirîn.”

Rizgarbûya ji destê DAIŞê Ferîda Ebas jî got: “Ev der cihê xweşî û dîlanê bû. Medresa li vê derê bû, lê îro bûye cihê şehîdan. Vê carê di nav de bav û pismamên min nav de hebûn. Care pêştir bira, xal û xaleta min di nav de hebû. Bi rastî gelek zehmet e, ferqa kesê li ma me nîne her hemû Êzidî ne.”

Di êrişa DAIŞê ya bo ser Şingalê de hezar û 293 kes hatine gulebarankirin û 6 hezar 417 kes jî hatine revandin û çarenivîsa zêdeyî 2 hezar 800 ji wan diyar nîne.

Kesûkarê qurbaniyan Hisên Meto jî got: “Xwedê her çendekê hineka tînin, her carê wisa li me tê ku wekî DAIŞê  ew ji nû ve kuştin. Kul û derdên me giranin, em dixwazin hemûyan pêkve ji bo me bînin.”

145 rûfat bi dugeran li gund hatine vaşartin, zêdeyî rûfat jî piştî ji gurên bikomî derxistine, lê heta niha testa DNAyê ya wan temam nebûye.

Nûnerê Kurdên Êzdî li Serokayetiya Herêma Kurdistanê Hisên Qasim ji Rûdaw re got, ku proseya vekirina gorên bi kom ên Şingalê, pêwistî bi budceyeke mezin heye, û ne prosyeke hêsan e.

Hisên Qasim, Rawêjkarê karûbarên Êzidiyan, Serokatiya Herêma Kurdistanê, dibêje, “Ez têdigihijim ku xelk gazinan dike, mafê wan heye gazinan bikin ku 7 sal derbas bûn û heta niha ev gor nehatine vekirin. Derxistin û naskirina rûfatan bi rastî projeyeke gelek berfireh e.”

Parlamentoya Kurdistanê di 3ê Tebaxa 2019an de ew tawan wek cînosayid da nasandin, lê heta niha parlemantoya hikûmeta navendî li Bexdayê deng li ser cînosayîdnasandina komkujiya Kurdên Êzidî nedaye.

Desteya Vekolîn û Komkirina belgeyên tawanên Cînosayîdê hewl dide ev tawan ji aliyê  rêxistinên navdewletî  û welatên Cîhanê ve  wek Cînosayîd bê nasandin.

Nêçîrvan Silêman, Endamê, Endamê Desteya Vekolîn û Komkirina Belgeyên Tawanên jenosîdê, dibêje, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê demê ferz dît ku lîjneyek bê danînbo ku vekolîna li ser van tawanan. Kêmtir ji mehekê lîjneyeke bilind hat avakirin û desteyek hat danîn li Duhokê ji bo vekolîna li ser tawanên terorîstên DAIŞê.”

3ê Tebaxa sala 2014an , çekdarên Dewleta Îslamî ya li Iraq û Şamê naskirî bi DAIŞê êrişî sînorê qezaya Şingalê û derdora wê kirin û li hember Kurdên Êzidî ku niştecihên wan deveran in, komkujiyeke mezin pêk anîn.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, derdora 6500 kurdên Êzidî wê demê ketibûn destê DAIŞê, yek hezar û 293 kes ji wan hatibûn gulebarankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst