Piştî rapora Rûdawê ji bo 2 xwendekarên Rojavayê Kurdistanê biryar derket

09-12-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Rûdaw Xwendekar Rojavayê Kurdistanê Zanîngeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî rapora Tora Medyayî ya Rûdawê li ser rewşa du xwendekarên Rojavayê Kurdistanê ku li Başûrê Kurdistanê dijîn û dixwînin, Wezareta Xwendina Bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da, ku rê bide wan herdu xwendekaran li zanîngehên Başûrê Kurdistanê berdewanî bi xwendina xwe bidin.

 

Du xwendekarên ji Rojavayê Kurdistanê ku ew çend sal in li Başûrê Kurdistanê dijîn û xwendina xwe ya lîseyê li vir berdewam kiribûn,  jibo ku derbasî zanîngehê bibin, beşdarî di ezmûnên zanîngehan de kiribûn û pileyên herî baş bi dest xistibûn û fakulteya pizîşkî qzenc kiribûn, lê ji ber ku ne welatiyên Iraqê ne, zanîngehan rê nedidan wan ku xwendina xwe ya qonaxa zanîngehê berdewam bikin.

 

Tora Medyayî ya Rûdawê piştî ku agahî li ser rewşa wan herdu xwendekaran wergirt, raporeke taybet li ser wan çê kir û ew herdu kirine mêvanê bultena nûçeyan a taybet bi Rojavayê Kurdistanê ya Rûdaw TVyê.

 

Herwiha Tora Medyayî ya Rûdawê rewşa wan herdu xwandekaran gihande ber destê Wezîrê Xwendina Bilind ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û daxwaza çareserkirina kêşeya wan du xwendekaran li wezîr kiribû.

 

Navê yek ji wan xwendekaran Zînê Merî û yê din jî Elî Demir e ku di ezmûna jibo têketina zanîngehê de li Başûrê Kurdistanê nimreyên 96 û 97 ji sedê bi dest anîbûn, lê rê bi wan nedihat dan, ku li zanîngehê bixwînin.

 

Piştî rapora Rûdawê û şopandina rewşa herdu xwandekaran, her du xwandekar Zînê Merî û Elî Demir bi biryara Wezareta Xwendina Bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li zanîngehê hatine qebûlkirin û êdî dikarin li fakulteya pizîşkî li Başûrê Kurdistanê berdewamî bi xwendina xwe bidin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst