Dêrik: Di êrişa Tirkiyeyê de fermandarekî asayîşê canê xwe ji dest da

09-10-2023
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Êrişên Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer ên Tirkiyeyê li Dêrikê êrişî akademiya asayîşê kir, fermandarekî canê xwe ji dest da.

Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê di êrişa artêşa Tirkiyeyê de 14 kesan canê xwe ji dest daye ku yek ji wan fermandar e.

Li gundê Hemze Begê yê li başûrê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, fermandarekî asayişa Rêveberiya Xweser ê bi navê Xwînreş Mihemed Zekî Temê canê xwe ji dest da.

Çavkaniyekî ji malbata Xwînreş Mihemed Zekî Temê ji Rûdawê re canjidestdana wî piştrast kir.

Heman çavkaniyê ji Rûdawê re da zanîn ku Xwînreş Temê li gundê Mêrga Mîrayê ji dayik bûye û zewicî ye, bavê keçekê û berpirsê perwerdeyê yê akademiyê bû.

Li ser qurbaniyên êrişê çavkaniyeke bijîşkî ji Rûdawê re da zanîn ku piştî êrişê cenazeyên 3 qurbaniyan û 25 birîndaran gihîştine Nexweşxaneya Dêrikê.

Li gorî heman çavkaniyê, hejmareke zêde ya birîndaran veguhastine nexweşxaneyên Girkê Legê, Tirbe Spiyê û Qamişloyê.

Çavkaniyên pizîşkî ragihandin ku hejmara qurbanî û birîndaran nêzîkî 100 kesî ye lê heta niha amar bi fermî nehatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst