Elewiyên Dêrsimê: Em naxwazin dewlet destêwerdana baweriya me bike

09-10-2022
Ali Haydar Gozlu
Karvedanên li ser biryara avakirina Serokatiya Cemxaneyê berdewam in
Karvedanên li ser biryara avakirina Serokatiya Cemxaneyê berdewam in
Nîşan Elewiyên Dêrsimê Serokatiya Cemxaneyê Komeleya Elewiyan a Demokratîk
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Karvedanên li ser sazkirina Serokatiya Cemxane û Çandê ya Elewî-Bektaşî ya girêdayî Wezareta Çand û Geştiyariyê ya Tirkiyê berdewam in û Êliwyên Dêrsimê nerazîbûna xwe li hemberî wê pêşan dan. Ligel van nerazîbûnan Serokê Cemxaneya Dêrsimê Ali Ekber Yurt dibêje li gor dîroka Komara Tirkiyê ya 100 salî, ev gaveke erênî ye û ew li bendî hûrgiliyên biryarê ne.

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ku piraniya niştecihên wê Elewiyên Kurd in, piştî vê biryarê nerazîbûna xwe pêşan dan û gotin ev daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan tûnehesibandina baweriya Elewîtiyê ye û naxwazin dewlet midaxeleya baweriya wan bike.

Hevserokê Komeleyên Elewiyan a Demokratîk Musa amaje bi wê yekê da ku ev biryar bo baweriya Elewîtiyê heqarete.

Hevserokê Komeleyên Elewiyan a Demokratîk Musa Kulu dibêje: “Erdogan û hikûmeta wî duh ji Elewiyan re wiha got: Ez ê çend tiştên baş ji we re bibêjim û êdî nepeyivin û gotina min jî qebûl bikin û dengê xwe dernexin. Dinya jî dizane ku ev gotina Erdogan ne ti gotinek e. Ji me re heqaret e, înkarkirina me ye. Ev tê wê wateyê ku rê, baweriya me, zimanê me winda bibe û kes dengê xwe neke.

Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dêrsimê jî diyar kir ku ev biryar tê wateya desthilat dixwaze baweriya Elewîtiyê wek amûrekî bixe xizmeta siyaseta xwe.

Hevserokê HDPê yê Dêrsimê Ferhat Yildiz jî got: “Bila destên xwe ji baweriya me, ji welatê me, ji ziyaretên me dûr bikin. Em ne serokatiyê dixwazin, ne alîkariya wan dixwazin, ne pere dixwazin. Eger pîr an jî rayverek ji dewletê meaş bistîne, dê biçe tevlî dewletê bibe. Ew dê hem jî ji elewîtiyê derdikeve û hem jî dê ji baweriyê derdikeve. Ji ber vê yekê em vê yekê naxwazin.”

Ligel van nerazîbûnan Serokê Cemxaneya Dêrsimê Ali Ekber Yurt dibêje li gor dîroka Komara Tirkiyê ya 100 salî, ev gaveke erênî ye û ew li bendî hûrgiliyên biryarê ne.

Serokê Cemxaneya Dêrsim û Pîrê Elewî Ali Ekber Yurt jî got: “Rasterast ragihandina vê biryarê ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê ve gaveke girîng e. Li gor ku ez difikirim dê di nav çend mehên bê de jî binesaziya wê bê avakirin. Ez bawerim dê di warê hiqûqî de jî yasayên pêwîst bên guhertin û li gor vê yekê bê cîbicîkirin.”

Bi nêzîkbûna hilbijartinan li Tirkiyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di Merasîma Bingeha Cemxaneyan û Vekirina Komî ya ku li Dergaha Şahkulu Sultan a Stenbolê de ragihand dê di bin banê Wezareta Çand û Geştyariyê de "Serokatiya Çand û Cemxaneyan" bê avakirin lê ev biryar bû sedema nerazîbûnan û wek gaveke bidestxistina dengên Elewiyan hat nirxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst