AMED – Ji ber sînorkirina hinardeya ard gelek kes bêkar man

09-09-2018
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Tirkiye Ard Arvan hinardekirin Sînordarkirin
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Biryara sînordarkirina hinardekirina arvan li Mêrdîn, Êlih û Amedê hilberîna 65 kargehên arvan da rawestandin. Karsazan ji ber vê biryarê neçar man ku bi sedan karkeran ji kar derxin. Zirara karsazan di nava 5 rojan de gihişt 20 milyon dolarî.

 

Vahît Erol karsazek Mêrdînî ye û xwediyê kargeheke arvan e. Hêj beriya 5 rojan jî rojê 400 ton arvan hinardeyî Herêm Kurdistanê û Iraqê dikir.

 

Lê niha kargeha wî rawestiyaye, ji ber ku hikûmetê 5 roj berê biryar da ku hinardekirina arvan sînordar bike. Bi vê biryarê re ligel kargeha Vahît Erol 42 kargehên din ên arvan hatin rawestandin.

 

Vahit Erol ji Rûdawê re ragihand: “Ji ber vê pirsgirêkê em mecbûr man 150 karkeran ji kar derxin. Ka pêşiya me dê çi be em nizanin. Zirara me gelek mezin e. Zirara karkerên me jî gelek mezin e. Çimkî 150 karker dema ji vir nan dixwin, zarokên xwe pê xwedî dikin. Pêwist e dewlet ji me re çareyek bibîne.”

 

Biryara sînordarkirina hinardekirina arvan bo welatên derve, herî zêde bandor li karsazên Mêrdîn, Êlih û Amedê kir. 65 kargeh berhemanîna bi hezaran ton arvan rawestand.

 

Serokê Komeleya Karsazên Arvan a Dîcleyê Veysî Duyan diyar kir: “Rojê 300 treyler ji Mêrdînê diçe Iraqê. Ji xeynî Amed û Batmanê. Teqrîben dora 15-20 milyon dolar li her sê bajarên me zirar çêbûye.”

 

Herêma Pîşesaziyê ya Mêrdînê embara dexl û dan e. Her biryareke nerênî rasterast bandora xwe li ser cotkar, bazirgan û pîşesazan dike. Xwediyên kargehan ji bo çareseriyê li muxatabek digerin.

 

Serokê Odeya Karsazên Mêrdînê Evdilnasir Duyan dibêje: “Ev heftiyek e em di nava xwe de civînan çêdikin ka em dikarin çawa van kargehên xwe bişixulînin. Em teslîm nebûne. Em hewl didin hin riyan bibînin ku em hev rakin.”

 

Salane ji Mêrdîn, Êlih û Amedê 400 milyon dolar hinarde tê kirin. Biryara sînordakirina hinardekirina arvan ligel karsazan bandoreke nerênî li ser karkeran û malbatên wan jî dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst